Rojnamevan Wîda Rebbanî rastî şîdeta navmalî hat
Rojnamevan û girtiya siyasî ya berê Wîda Rebbanî ragihand ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û şîdetê hatiye û bi zorê ji mala xwe hatiye derxistin. Rebbanî bang li jinan kir ku li hemberî şîdetê bêdeng nemînin.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevan û girtiya siyasî ya berê Wîda Rebbanî ku bi xwe ji Îranê ye , bi parvekirina wêneyên birîn û şopên li ser bedena xwe ya li ser hesabê xwe yê Instagramê, eşkere kir ku ew rastî şîdeta nav malbatê û lêdanên giran hatiye. Rebbanî diyar kir ku ew gelek caran bûye armanca şîdetê û nêzîkî 40 roj berê, mêrê wê bi alîkariya kesekî din ew bi zorê ji malê derxistiye.
Di vîdyoyeke ku ji aliyê wê ve hatiye parvekirin de tê dîtin ku hevalê mêrê wê, Hemîd Meşaikî û polîsek hewl didin bi zorê deriyê mala wê bigirin. Rojnamevan da zanîn ku ev bûyer piştî êrîşeke tund û lêdanên ji aliyê hevjînê wê Hemîd Reza Amirî ve pêk hatiye.
Talankirin û sextekariya malî
Wîda Rebbanî derbarê zextên aborî û diziya ku li ser hatine kirin de jî diaxive û wiha dibêje: “Ev hevjînê min e. Ew e ya ku ji girtina min sûd wergirt da ku her tiştê min talan bike. Çil roj berê, wî ez ji mala min derxistim, ku min bi xwe emanet dabû... Ew e ya ku zêr û otomobîla min firot û pere dizî.”
Wîda her wiha destnîşan kir ku dema ew di girtîgehê de bûye, hevjînê wê wekaleta berê bi kar aniye, îmzeya wê sexte kiriye û li ser navê wê deyn girtiye.
‘Bêdeng Nemînin’
Wîda Rebbanî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê ti carî li hemberî şîdeta navmalî serê xwe netewîne û bêdeng nemîne. Wê bang li hemû jinên ku rastî tundiyê tên kir ku ji gefên "rûreşkirinê" netirsin û ji bo "parastina rûmeta malbatê" bêdeng nemînin.