Rojnamevan Oksana Bawlina di dema êrîşên ser Kiev de jiyana xwe ji dest da

Rojnamevana Rusya Oksana Bawlina di dema şopandina topbarana hêzên Rusya li ser paytexta Ukranya Kiev yê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nuçeyan- Oksana Bawlina li Kiev û Rojavayê bajarê Liviv di malpera lêkolinan Inêrnew dosya amade dikir di dema kêşana wêneyên ziyanên li herêmê bûne de li navçeya Podli ya Kiev yê jiyana xwe ji dest da.

Bewlina gelek dosya li Kiev û bajarê Liviva Rojavayê Ukranya parve kiriye.