Rojnamevan Nûjiyan Erhan li şengalê hat bîranîn

Bi pêşengiya Yekîtiya Raghandina Jinên Şengalê merasîma bîranîna rojnemevan Nujiyan Erhan hat lidarxistin.

Şengal- Bi pêşengiya Yakîtiya Ragahandina Jinên Şenagalê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasima bîranîna rojnemeva Nûjiyan Erhan hat lidarxstin. Di merasimê de rojnemevanên Şengalê dayik û endamên meclisên Şengalê serdana gora şehîd Nujiyan Erhan kirin. Di destpêkê ji aliyê Rojnemevan Nesrîn Hisên ve daxuyanî hat xwendin.

Nesrîn Hisên şopên Nûjiyan Erhan li peyî xwe hêlayî wiha anî ziman: “Heval, memoste û şehîda me Nûjyan Erhan li ser xeta hqîqeta civaka azad, netewa demokratik û azadiya gelan bi kamîra û pênûsa xwe bû sembola rojnemevaniya azad. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne bû şopdara Gurbet Elî Ersoz û wê jî bi dehan şopînerên heqîqetê li peyî xwe hêla. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo îxanet, hovîtî û tarîtiya 3 yê Tebaxa 2014’an bi ser civaka Êzidî de hatibû kirin ji raya giştî re parve bike û pilanên qirêj li ser civaka me ya Êzidî eşkere bike berê xwe da çiyayê Şengalê. Mamosteye me ya yekemîn Nûjiyan Erhan bi pênûs û kamîreya xwe çîroka bi sedan jinên Êzidî yên ku di zinarên çiyayê Şengalê de asê mabûn guhdar dikir û parve kir. Çeper bi çepber qehremaniya şervanên azadiyê dişopand û radighand.”

“Nûjiyan rastiya ragihandina azad bi me da nasîn”

Nesrîn Hisên bal kişan li ser bandura xebata Nûjyan Erhan li ser civaka Êzidî bi taybet li ser jinên Êzidî kirî û wiha pêda çû: “Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo me weke jinên Êzidî ronahiya hêviyê bû û weke navê xwe jî jiyanek nû ji jinên Şengalê re bi xwe re anî. Mamosteya me Nûjiyan Erhan zanabûn û wêrekiya xwe bi jin û ciwanên Şengalê re parve kir û bû yekem kes ku ji bo jinên Êzidî raghandinê ava dike. Hevala Nûjiyan ragahandin ne tenê weke pîşe fêrî me kir. Em hînkirin ku berî her tiştî lazime rihê hevaltî pîvana yekem ya jiyana me be. Ji me re nîşan de ku ragahandin bi şopandina rastiya civaka xwe û dema di xizmeta civaka xwe de kar bike wê demê dibe ragahandina azad.”

“Me kamereya Nûjiyan rakiriye”

Nesrîn Hisên balkişand li ser îxaneta ku di necama wê de rojnemevan Nûjiyan Erhan jiyana xwe ji dest dabû û wiha bilêv kir: “Sed mixabin PDK a ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji Şengalê revî û civaka me ru bi ru yê fermanê hêştin, li şuna ku rexnedayîna xwe ji civaka me re bide û li kêleka gerilayên Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer bike, bi îxanetekî mezin di 3’ê Adar 2017’an de pêşmergeyên roj yên bi ser PDK’ê êrîş anîn ser şervanên azadiyê. Ev buyer asta durbûna PDK’ê ji doza Kurdistanê ji me re nîşan dide. Hêrsa PDK’ê li hember ragahandina azad ji 3’ê Tabaxa 2014’an ve di dema eşkere kirina îxaneta wan li hember civaka Êzidî heya roja îro bedewam dike. Hevala Nûjiyan ji ber ku di her kêliyên berxwedana Şengalê de li pey heqîqetê digeriya, bû hedefa nûkeran. Hevala Nûjiyan 3’ê Adara 2017’an di seatên sibehê de berê xwe da çeperên şer da ku îxanete PDK’ê eşkere bike. Li wê bi nemerdane bû hedefa hêzin PDK’ê û 22’ê Adarê ji ber birîndariya xwe ya giran jiyana xwe ji dest da. Hevala Nûjiyan bi xebata xwe ji bo parastina dîroka civaka me ya Êzidî binhişiyek dewlemend ava kir. Bi kamîre û pênûsa xwe di dîrokê de navê civaka Êzidî nivîsand. Em jî weke şopdarên rêheval û memosteya xwe li vê dîroka ku tê nivîsandin xwedî derdikevin. Emê heya dawî parastina vê binhişiyê bikin. Em weke Yekîtiya Ragahandina Jin a Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe emê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan Erhan bin. Me pênûs û kamîraya Nûjiyan Erhan hilgirtiye û em tu car nahêlin li erdê bimîne. Çawa ku hevala Nûjiyan fêrî me kir ku ragahandin li peye şopa heqîqetê ye û li gel civaka xwe jî, emê her li ser vê rastiyê kar û tekoşîn bikin. Emê bi pênusa xwe heseb ji hêzên nuker û xayînan bixwezin.”

Piştî daxuyaniyê endamên ragahandinê bi destegulan berê xwe dan ser gora rojnemevan Nûjyan Erhan û li ser gora wê gul çandin. Endamên Meclîsa Gel a Xanasorê jî gora Nûjiyan Erhan ziyaret kirin.

Rojnemevan Nujîn Êzidî ji ajansa me re qala bandora rojnemevan Nûjiyan Erhan a li ser wê çêbûyî kir û got: “Di şexsê şehîd Nûjiyan de em hemû Şehîdan bi bîr tînin. Piştî şehadeta heval Nûjiyan weke bersiv dayîna dijmin gelek jinên Êzidî berê xwe dan ragahandina Jin û pênûsa wê rakirin. Ez jî weke jinek ciwan a Şengalê ji wê yekê bandor bûm û bi hilgirtina navê şehîd Nûjiyan tevlî karê ragahandinê bûm û me bi vî awayî bersiv da xayînan. Şehîd Nûijyan li pey xwe xeta berxwedan û şpoandina rastiya civaka xwe hîştiye. Em jî li ser wê xetê dimeşin û heya ji me bê emê wê xeta ragahandina azad biparêzin û xûrt bikin.”