Rojnamevan Hêro Behadîn bi girseyî hate oxirkirin

Cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Goristana Qeretoxan ya bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin.

Silêmanî – Di encama bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad li navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî Silêmaniyê du rojnamevanên jin yên endamên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn jîyana xwe jî dest dan.

Piştî ku cenazeyên her du rojnamegeran rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê, îro êvarê malbata Hêro Behadîn cenazeyê keça xwe ji tiba edlî wergirt û bi merasîmeke bi heybet û girseyî li Goristana Qeretoxan ya bajarê Silêmaniyê spartîn axê.

Di merasîma oxirkirina kedkara çapemeniya azad Hêro Behadîn de, Rêveberê Şîrketa Çetir Kemal Heme Reza daxuyaniyek nivîskî xwend. Dî daxuyanîyê de wiha hate gotin; “Îro rojnamevanên saziya me ji bo kişandina bernameyek ji bo televîzyonê çûn navçeya Seyîdsadiq û Şarezûrê. Lê dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîteke şîrketa me kir û di encamê de 2 rojnamegerên bi navê Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û rojnamevanek bi navê Rêbîn Bekir jî birîndar bû.”

‘Bi coşeke hîn xurtir em ê di mijara azadiya gelê xwe de israr bikin’

Dî daxuyanîyê de hat zanîn ku Gulistan Tara sala 2000’ê dest bi karê çapemeniyê kiriye û ev bi salane li Başûrê Kurdistanê weke berpirsyartiyek exlaqî û wijdanî alîkariya saziya wan dikir û got; “Ev êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser çapemeniya azad vê rastiyê nîşan dide ku çapemeniya azad li pêşiya pêkanîna komplo û dagirkeriyên wan ên qirêj bûye asteng. Çapemeniya azad her tim di pûçkirina polîtîkayên li dijî gelê me de rola sereke leyîstiye.”

Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di dawiyê de tekez kir ku em weke Şîrketa Çetir ya ji bo pêşxistina çapemeniyê radigihînin ku emê hewl bidin layiqî xwîna şehîdên xwe bin û li ser rêya wan ya pîroz têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku emê meşaleya şehîdên çapemeniya azad her tim geş bihêlin û ji niha û pêve jî bi coşeke hîn xurtir di mijara azadiya gelê xwe de israr bikin.”