Rojnamevan Gonûl Yilman Saygan hate binçavkirin

Rojnameger Gonûl Yilman Saygan bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Gonûl Yilman Saygan diyar kir ku ji ber parvekirinên ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal kiriye li Balafirgeha Îzmîrê hatiye binçavkirin. Gonûl Yilman Saygan got, “Ez li Balafirgeha Îzmîrê têm binçavkirin. "Ez ê pêşî biçim midûriyeta polîsan û paşê jî biçim edliyeyê îfadeyê bidim."