Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hate bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat, di salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi çalakiyekê hate bîranîn; rojnamevanan soza şopandina rêça wê dan.

Mexmûr – Di sala 2014’yan de çeteyên DAÎŞ’ê seranserê Iraq û Sûriyê êrîşeke qirkirinê dabû destpêkirin. Daîş’ê 3’yê Tebaxê êrîşî Şengalê, 6’ê Tebaxê jî êrîşî wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Rojnamevan Şehîd Denîz Firat ji bo rastiya Daîş’ê ji raya giştî re ragihîne hewildaneke pir mezin da. Şehîd Denîz dema ragihandina van keliyên çeteyan û berxwedaniya gelê xwe yê Mexmûrê di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşên çeteyên Daîş’ê de gihişt şehadete.

Rojnamevan û şêniyên Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê di salvegera wê de Şehîd Denîz Firat bi bîr anî. Beriya daxuyaniyê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê rojnamevanan ji aliye Farqîn Kara ve daxuyanî hate xwendin.

‘Rojnamevanên heqîqetê rûmeta rojnamegeriyê parastin’

Di destpêka daxuyaniyê de di şexsê şehîd Denîz Firat de hemû şehîdên çapemeniya azad ku di riya heqîqetê de canê xwe feda kirine, hatin bi bîr anî in û ev tişt hatin gotin: “Rojnamevaniya azad ne tenê nûçegihanî ye, di heman demê de parastina hebûna civak û mirovahiyê, sekna rûmetê û ragihandina rastiyê ye. Dîroka çapemeniya azad a gelê Kurd ji Apê Musa heta Gurbetellî Ersoz, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglu, Seyîd Evran, Hêro Bahadîn, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Egîd Roj, Murad Mîrza, Nûjiyan Erhan û Denîz Firatan bi bedel û têkoşîneke mezin hat avakirin. Di vê serdema ku çapemenî weke artêşa duyem tê hesibandin de, rojnamevanên heqîqetê di bin şert û mercên herî giran û dijwar de, ji bo ku bibin dengê gelê xwe û rastiyan bigihînin tevayî cîhanê, kamerayên xwe wek çekekî heqîqetê bi karanîn û rûmeta rojnamegeriyê parastin.”

‘Şehîd Denîz xwedî li dîroka gelê xwe derket’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ser kesayet û rojnamevaniya Şehîd Denîz, wiha hate gotin: “Şehîd Denîz Firat jî bi heman şêweyî ji temenê xwe yê biçûk heta kêliya şehadeta xwe ji bo heqîqetê têkoşîn kir. Wekî rojnamevanek ya heqîqetê xwedî li dîroka gelê xwe derket û kêliyek jî ne rawesta. Bi gotina; ‘Pênûsa heqîqetê ti carî nayê şikandin’ ket ser riya têkoşînê û tevî hemû astengî, zor û zehmetiyan jî ji riya ku pê bawer bu gavekê paşve ne avêt. Şehîd Denîz Firat jî wek hevrêyên xwe di avakirin û pêşxistina çapemeniya Mexmûrê de rolek giring lîst. Berên bingehîn yên ku şehîd Silêman ji bo destpêka avakirina çapemeniya Mexmûrê danîbû, şehîd Denîz û hevrêyên xwe bi ked û xebatek giranbiha bilind kirin. Xebat û pêşketinên îro em deyndarê wan şehîdanin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku wek rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad, îro li vir careke din soz didin ku; pênûs û kameraya kedkarên heqîqetê wê ti carî li erdê nemînin, em ê şopdarên riya wan bin.

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.