Rojnamevan Arîn Siwêd: Em ê bibin dengê hemû jinên girtî

Rêvebera Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) Arîn Siwêd li ser pêngava YRJ’ê ku li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî dest pê kirine got ku ew ê dengê jinên girtî bigihîjînin hemû jinên cîhanê.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) di 12’ê Tebaxê de pêngava piştgiriya bi rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhemedî re di bin dirûşma "Na ji darvekirinê re" da destpêkirin û dê pêngav heyanî 19’ê Tebaxê bidome. Rêvebera Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) Arîn Siwêd li ser pêngavê ji ajansa me re axivî.

‘Dewletên sermayedar dixwazin îradeya jinan bişkînin’

Arîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de li ser têkoşîna jinan nirxandin kir û diyar kir ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de jin di hemû qadan de têkoşîna hebûnê didin meşandin û wiha got: “Dema weke rojnamevan em li pêşketin û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê dinêrin, dibînin ku jin têkoşiyane û ji bo mafên xwe berxwedaniyeke mezin raber kirine. Dewletên sermayedar hewl didin bi siyasetên xwe îradeya jinan bişkînin û planên xwe ji bo têkbirina têkoşîna wan didin meşandin. Tekoşîna jinan li ser asta cîhanî û hewldanên wê yên berdewam ne li gorî berjewendiyên dewletên serdest e. Mîna çawa niha li Îran, Afganistan û Sûdanê çêdibe, li kêleka van dewletan em berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola ragihandinê ya sereke di gihandina dengê jinan de ji hemû cîhanê re dibînin."

‘Serhildana Jin Jiyan Azadî di dilê hemû dewletan de tirsê ava kir’

Arîn Siwêd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo rastiyan veşêre ragihandinê û pênûsên azad li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî berdewam hedef digre. Ji ber vê yekê diyar dibe çiqas rola ragihandinê di azadkirina civakan de heye. Serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de dengê xwe li hemû cîhanê veda û vê yekê tirs di dilê dewletên serdest de ava kir. Jin dizanin ev dewlet çi planan ji bo têkbirina azadî û pêşketina wan datînin. Ji ber wê jin ranawestin, berxwedanan jinên girtî li Îranê ji me re nimûne û nirx e."

‘Name û berxwedana rojnamevanên girtî bandorê li ser me çêdike’

Arîn Siwêd bal kişand ser têkoşîna girtiyên jin û destnîşan kir ku name û berxwedana wan jinan bandorê li ser wan çêdike û wiha gotinên xwe domand: "Gelek jinên girtî di girtîgehan de hene kesayetên jinên têkoşerên azadiyê careke din bi wan re derdikeve holê. Em weke jinên rojnamevan teqez dikin ku name û berxwedanan wan bandorê li me dike. Berxwedana wan îsbata herî berbiçav e ku jin êdî nema qebûl dikin azadiya wan ji wan were standin. Di bin dirûşma “Na ji darvekirinê re” em weke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya berxwedana girtiyên di girtîgehên Îranê de dikin û dê pêngava me heta 19’ê Tebaxê berdewam bike. Gelek rojnamevanên jin û kesayetên femînîst bi riya komkirina îmzeyan û pêşkêşkirina rapor û nûçeyên rojane beşdarî pêngavê bûn."

‘Em ê bibin dengê hemû jinan’

Arîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Pêngava me şandina nameyan ji hemû jinên berxwedêr re bû. Em ê bi yek armancê tevbigerin ew jî azadkirina hemû jinan e. Em ê bi hev re li dijî siyasetên ku li ser jinan tên plankirin bisekinin. Weke Yekitiya Ragihandina Jinan em ê bibin deng û qêrîna hemû jinên ku rûbirûyî tundî û zilmê tên. Bi karên hevbeş û berdewam em ê piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Di dawiya pêngava me de em ê hejmara jinên ku beşdar bûne û encama pêngavê ragihînin."