Rojnamegerên Sînornenas: Li Afganistanê azadiya çapemeniyê diparêzin
Rojnamegerên Sînornenas têkildarî rewşa Afganistanê nameyek ji sazî û rêxistinên navneteweyî re şandin û xwestin ji bo parastina azadiya çapemeniyê ya li welat nêzîkatiyeke hestiyar bêraberkirin.
Navenda Nûçeyan – Dema ku li Afganistanê zextên ku rojnamegeran rastî tên roj bi roj zêde dibe, li ser mijarê bangên hestiyariyê tê kirin. Rojnamegerên Sînornenas derbarê rewşa rojnamegerên li Afganistanê ji gelek sazî, rêxistin û nûneran re name şand. Di nameya ku ji Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî re jî hat şandin de, ji bo parastina jiyana rojnamegeran û azadiya çapemeniyê ya li welêt banga xebat meşandin û tevger kirin hat kirin.
“Rojnameger bi awayekî keyfî tên girtin”
Di nameya Rojnamegerên Sînornenas de, tê gotin ku rojnamevanên Afganî bi awayekî keyfî hatine girtin û qedexeyên nû ji bo wan û çapemeniya welêt hatiye anîn. Di nameya ku li ser navê Rojnamegerên Sînornenas hat şandin de wiha hat gotin: “Divê rewşa azadiya çapemeniyê ya li Afganîstanê ji aliyê civaka navneteweyî ve neyê paşguhkirin.”
Rojnamegerên Sînornenas dibêje ew dizanin ku di navbera 15’ê Tebaxê û 4’ê Sibatê de herî kêm 50 rojnamevan ji aliyê polîsên Talîbanê ve hatine girtin û ev hejmar di mehên dawî de hîn zêdetir bûye.