Rojnamegerên jin: Em ê nivîsandinê bidomînin
Rojnamegerên jin têkildarî girtina 9 rojnamegeran û zextên ku li Tirkiyeyê li ser çapemeniya azad zêde bûne axivîn û diyar kirin ku AKP çiqas dikeve tengasiyê rojnamegerên çapemeniya azad hedef digre.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ji meha Hezîranê û vir ve li Tirkiyeyê 10 jê jin, 26 rojnameger hatin girtin. Herî dawî jî rojnamegerên ku li Enqereyê hatin binçavkirin û girtin îşkence li wan hat kirin û rastî nêzîkahiyên xirab hatin. Rojnamegerên jin bertek nîşanî operasyonên girtinê yên li ser rojnamegeran dan û gotin: “Ji bo ku rastî neyên zanîn desthilatdariyê berê xwe daye çapemeniya azad.
Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel, li ser bûyerên dawî axivî û bi bîr xist ku di nava 5 mehan de 26 rojnameger hatine girtin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatine. Arjîn Dîlek Oncel got ku rojnamegerên hatine girtin, peyam dane ku ew ê dest ji karê xwe bernedin û di girtîgehan de jî der barê binpêkirinên mafên mirovan de agahiyan bidin.
‘Çi dem desthilatdarî dikeve tengasiyê dest bi operasyonên li dijî çapemeniya azad dike’
Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku di pêvajoyên krîtîk de desthilatdariya AKP’ê, li dijî çapemeniya azad dest bi operasyonan dike û wiha domand: “Di operasyona yekemîn de welat di nava aloziyê de bû, krîza aborî her diçû kûrtir dibû. Ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê mirov ketine rewşeke wisa ku nikarin bêhnê bigrin. Di van operasyonên dawî de jî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin û sazî û aliyên ku xwestin heyetên serbixwe vê yekê lîkolîn bikin hemû hatin hedefgirtin. Çapemeniya azad jî ji ber ku wan dîmenan weşand bû hedef. Em baş dizanin her ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dikevin tengasiyê çapemeniyê hedef digrin.”
‘Em ê paşve gav navêjin’
Arjîn Dîlek Oncel bal kişand ku AKP bi salan e heman tiştî dike û bi bîr xist ku tevî hemû polîtîkayên li dijî wan, paşve gav navêjin û dê karê xwe bidomînin. Arjîn Dîleg Oncel ragihand ku rojnamegerên hatine girtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Em ê pênûsa hevalên xwe yên girtî li erdê nehêlin. Ji bo werin berdan çi ji destên me were em ê bikin.”
‘Ji ber ku bûn dengê gelê Kurd hatin girtin’
Edîtora Jinnewsê Munever Karademîr got ku desthilatdarî hewl dide civakê di hemû waran de bêdeng bike ji ber wê destpêkê rojnamegeran hedef girt û anî ziman ku di demên dawiyê de bi taybetî rojnameger tên hedefgirtin û axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî êrîşê çapemeniya azad dike. Me li dijî van êrîşan tu carî serî netewand û bêdeng neman. Çapemeniya azad bi salan e li dijî zext û zilmê têdikoşe ji niha û pê ve jî di li ber xwe bide. Ji ber ku rojnameger binpêkirinên mafan derdixin holê û dibin dengê gelê Kurd tên girtin.”
‘Tevî her tiştî em ê dest ji nivîsandinê bernedin’
Hulya Baytur jî têkilarî mijarê wiha got: “Hevalên me ji ber ku rastiyê nivîsandin tên girtin. Ji bo ku me ji riya me vegerînin her tiştî dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Dê pênûsa hevalên me li erdê nemîne em ê têkoşîna xwe bidomînin.”