Rojnamegerê ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Rojnameger Mûrat Mîrza Îbrahîm ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Şengal- Di 8’ê Tîrmehê de li Şengalê di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser wesayîteke bi balafirên bêmirov ên çek(SÎHA) de xebatkarên Çira TV û Çira FM jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Di êrîşê de 4 ksên ku li ser rê derbas dibûnrêwiyan û endamên heman malbatê ne birîndar bûn.

 Hate hînbûn ku ji rojnamegerên di êrîşê de bi giranî birîndar bibû Mûrat Mîrza Îbrahîm di 11’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.