‘Rojnamegera Efganî ya li Pakistanê hatiye girtin berdin’
Rêxistina Piştevaniya Rojnamegerên Efganistanê got ku “Jinên rojnameger ên Efganistanê li Pakistanê tên girtin û bang li dezgehên navnetewî kir ku ji bo parastina mafên rojnamegeran tedbîrên pêwîst bigrin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Piştevaniya rojnamegerên Efganistanê (AJSO) derbarê girtina jina rojnameger a Efganistanê Firşte Sedîd de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûne û ev tişt hatin gotin: “Duh di 15’ê Nîsanê de jina rojnamger a Efganistanî ya bi navê Firşte Sedîd ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatiye girtin û sewqî girtîgehê kirine.”
Banga li saziyên navnetewî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryarên polîsên Pakistanê li dijî mafê penaberan,azadiya ramanê, mafên mirovan û bingeha rojnamegeriyê gefek eşkere ye. Di daxuyaniyê de daxwaza berdana rojnamegeran hat kirin û bangek wiha li dezgehên navnetewî hat kirin: “Bila pêvajoya derbarê dosyayên rojnamegerên Efganistanê de leztir bikin. Bila piştevaniyek berfireh bikin, ji bo parastina mafên rojnamegeran tedbîrên pêwîst bigirin.”