Rojnameger Zeynep Durgut hat binçavkirin
Li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê di serdegirtina malan rojnameger Zeynep Durgut hat binçavkirin.
Şirnex - Li navçeya Cizîra Botanê ya Şirnexê di serdegirtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut hat binçavkirin. Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve tê meşandin piştî lêgerîna li malê Zeynep hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê, dê piştre jî bibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.