Rojnameger Sedef Kabaş hat binçavkirin

Rojnameger Sedef Kabaş ku der barê wê de ji ber sûcê "heqareta li Serokomar" lêpirsîn hatibû destpêkirin, di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Der barê rojnameger Sedef Kabaş de ji ber axaftina di kanaleke televîzyonê ya ku beşdar bû de bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve hatiye destpêkirin de, Sedef Kabaş duh bi şev ji aliyê polîsên ku bi ser mala wê de girtin ve, hat binçavkirin. Sedef Kabaş bi biryara dozgeriyê ji bo îfadeya wê bigire birin midûriyeta polîsan. Hat diyarkirin ku lêpirsîna Sedef Kabaş a li midûriyeta polîsan didome.
Li aliyê din Sedef Kabaş piştî bernameyê ji ber gotinan ji rayedarên dewletê re hedef hatibû nîşandan.