Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay dûh di saetên şevê de hate binçavkirin.

 Stembol- Li Tirkiyê zextên li beramberî çapemeniya muxalif her roja ku diçe zêde dibe. Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay şevê din saet derdora 18.00’an de dema dixwest ji Stenbolê derbasî Amedê bibe li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya Stenbolê li bavê Altay geriya û jê re got ku keça wî hatiye binçavkirin. 

 Li ser vê yekê parêzerê Altay, Sercan Korkmaz li emniyetê geriya. Emniyetê ji parêzer re got ku ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Têkildarî sedema binçavkirina Altay tu agahî nehatin dayîn.