Rojnameger Pinar Gayîp hat binçavkirin

Edîtora ETHA’yê rojnameger Pinar Gayîp iro hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Edîtora ETHA’ê Pinar Gayip li qereqola ku ji bo îfade çubû, ji ber lêpirsînek cuda hat binçavkirin. Parêzer Sezgîn Keleş ê ji ber sûcê “êrişa zayendî yê hêsan” cezayê girtîgehê lê hat birîn, der barê edîtora ETHA’yê rojnameger Pinar Gayîp de ji ber nûçeyên çêkiriye gilî kir. Pinar Gayîp ku ji ber lêpirsinek cuda çûbû qereqolê bi hinceta ku der barê wê de dosyayek cuda heye hat binçavkirin. Der barê dosyayê de agahî ne hat girtin.

Pinar Gayîp  a li qereqola Şehît Sinan Acar a Kocamustafapaşa navçeya Fatîhê tê girtin, piştî kontrola tendirûstîyê dê sewqî Edîrneyê were kirin.