Rojnameger Elîf Bayburt û Sûde Demîrel hatin binçavkirin
Li Stenbol û Enqereyê di serdagirtina malan de rojnameger Elîf Bayburt û Nîsa Sude Demîrel jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Stenbol û Enqereyê polîsan avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de nûçegihana Ajansa Etkîn Haber (ETHA) Elîf Bayburt û nûçegihana rojnameya Efrenselê Nîsa Sûde Demîrel hatin binçavkirin û wan birin Muduriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê.
Her wiha hat diyarkirin ku li Enqereyê jî di serdegirtina malan de xwendekar jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.