Rojnameger Dîlan Oynaş a berdana wê 5 car hat astengkirin hat berdan

Rojnameger Dîlan Oynaş a infaza wê 5 caran hatiye şewitandin, ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan.

Enqere – Rojnameger Dîlan Oynaş a ji sala 2016’an heya niha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di Girîgeha Jinan a Enqereyê de dihat ragirtin, hate berdan. Tevî malbatê, hevalên wê yên rojnameger û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Oynaşê, di deriyê girtîgehê depêşwazî kirin.

Îdareya girtîgehê agahiya berdanê saet di 12.30’an de da Oynaşê lê belê 8 saetan bi hinceta “kirarî berdewam dikin” berneda. Oynaş bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Oynaş piştî hate berdan axaftinekî kin kir û girtiyên di girtîgehê de li dijî tecrîdê ber xwe didin, silav kir.

Berdana wê 5 caran hat astengkirin

Cezayê Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Oynaşê di 26’ê nîsana 2022’yan de xelas bû. Înfaza Oynaşa ku di 27’ê nîsanê de derxistine lijneyê, bi hinceta “xweşhalî nîn e” hate şewitandin. Oynaş di 21’ê tîrmeha 2022’yan de care duyem derket pêşberî lijneyê û vê carê jî bi hinceta “poşmantiyê” qebûl nekiriye infaza wê 6 meh hate dirêjkirin. Oynaş di 21’ê çileya 2023’yan de care sêyem derket pêşberî lijneyê û ji û vê carê jî bi hinceta cezayê wê yê disîplînê heye, nehate berdan. Lijneya cara 4’emîn civîyaye, careke din ji ber Oynaş “poşmantî” qebûl nekir, berdana wê asteng kir û 6 meh din dirêj kir. Berdana Oynaşê herî dawî di îlona 2023’yan de hatibû dirêjkirin.