Rojnameger Derya Ren hat binçavkirin
Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren li navçeya Belqîsê ku ji bo nûçeyê çibû bi îdiaya ‘mukavetê polîs’ kiriye hat binçavkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250107-823x463cc-ant-07-01-25-derya-ren-alikonulma-jpeg2c3c47-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren li navçeya Belqîs a Dîrokê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Polîsên sivîl pêşiya mînbusa ku Derya Ren têde bû girtin, GBT kirin û piştre bi hinceta berê hatiye girtin dan sekinandin. Polîsan nêzî saetekê dan sekînandin û îdia kirin ku qerta venasînê ya JINNEWS’ê ne derbas dare. Tevî Derya Ren bi sîgorte bû jî gotin ne rojnamegere. Polîsan dijûn li xwişka Derya Reng kirin û bi ser de çûn. Derya Ren bertek nîşan da û bi îdiaya ‘mukavetê polîsan’ kiriye hat binçavkirin.
Derya Ren birin Navenda Polîsan a Belqîsê.