ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê
ROJIN’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da û banga “li dijî her cure êriş û gefên li ser rojnamevanan deng û gotinên xwe bikin yek, û li ser navê jinan qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê” kir.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) bu wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ROJIN'ê di daxuyaniya xwe de got: "Êrişên piralî yên li ser rojnamevanan li derveyî sînoran jî didomin. Platformên medyaya dîjîtal di salên dawî de bûne kanalên ragihandinê yên sereke û bênavber êrişên li ser jinan didomînin."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di demeke ku rojnamevanên jin, maf û azadiya jinan di bin gefên giran de ne pêşwazî dikin û li dijî van gefan em ê têkoşîn û hêviya xwe ya azadiyê mezin bikin.
Li erdnîgariyên ku polîtîkayên şer lê serdest in, rojnamevanên jin ji bo ku raya giştî ji tiştên diqewimin agahdar bikin, di bin siya pevçûn û çekan de heqîqetê dişopînin.
Her çendî li dewletên hiqûqî mafê wergirtina agahiyan di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin jî, ev maf ji aliyê rejîmên baviksalarî û totalîter ve bi awayekî keyfî tê astengkirin. Ev rejîm li şûna şert û mercên xebatê yên rojnamevanan misoger bikin, an dikujin, an digirin, an jî gefê li wan dixwin.
Ev rewş li welatê me Kurdistanê bi awayî herî dijwar tê jiyîn. Di nava salekê de gelek hevalên me yên rojnameva dema nûçe dişopandin hatin qetilkirin. Rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn û Cîhan Bîlgîn ên di nava salekê de hatin qetilkirin, ne tenê rojnamegerî dikirin, di heman demê de doza maf û azadiya jinan jî dikirin. Ew bûn deng, gotin û pênûsa têkoşîna jinan. Her nûçeya ku wan çêkir bi qasî agahdarkirina civakê, li ser navê jinên ku azadiya wan ji destê wan hatiye standin jî pêşketin û destketiyek e. Ger ji bo nûçeyê jiyana têxe xetereyê, ev heqîqet bi xwe ye. Ev hempîşeyên me ne tenê pêşengên rojnamevaniya Kurdistanê ne, di heman demê de pêşengên etîk û heqîqeta rojnamevaniya cîhanê ne.
Êrişên piralî yên li ser rojnamevanan li derveyî sînoran jî didomin. Platformên medyaya dîjîtal di salên dawî de bûne kanalên ragihandinê yên sereke û bênavber êrişên li ser jinan didomînin.
Bê guman zêdebûna zextên li ser rojnamevanên jin ji êrişên li ser jinên cîhanê ne qut in. Li hin welatan êriş gihîştine asta qirkirinê, li hin welatan jî weke êrişên psîkolojîk û civakî didomin.
Hewldanên ku jinan têxin cihên girtî, polîtîkayên li ser bedena jinan tên meşandin, êrişên zayendî dibin sedema hilweşîna exlaqê civakê û hewl didin pêşerojeke dij demokratîk, dij civakî ava bikin.
Rojnamevanên jin ji aliyekî ve rastî zîhniyeta baviksalarî û zextên civakî yên kevneşopî tên, ji aliyê din ve jî li dijî mobbing û zayendîperestiya di çapemeniyê de têdikoşin.
Li hemberî van hemû êrişan ji her demê bêhtir girîng e ku têkoşîna jinê ya ku rejîmên baviksalarî dihejîne, dengê jinan bide bihîstin. Ji ber van sedeman rojnameveniya jinê di qonaxeke pir girîng û krîtîk de ye. Bi taybetî ji bo jinan û bi giştî hemû rojnamevenan mîsogerkirina jiyana wan, başkirina şert û mercên xebata wan di cîhanê roja me de mijareke jêveneger e.
Em ê bîranînên bi dehan hempîşeyên xwe yên ku ev mîrasa heqîqetê ji me re hiştine ve girêdayî bin, bi mezinkirina têkoşîna li dijî zayendperestiya di nava civak û medyayê de rojnamevaniya jinên azad geştir bikin.
Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku li dijî her cure êriş û gefên li ser rojnamevanan deng û gotinên xwe bikin yek, torên xwe yên hevpar xurt bikin û li ser navê jinan qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê.”