ROJIN’ê daxwaza berdana rojnameger Heval Arslan kir
Komeleya Jinên Rojnamegerên Kurd (ROJIN), girtina pêşkêşvana Medya Haber TV’yê Heval Arslan şermezarkir û girtina wê şermezar kir û daxwaza ji rayedarên Belçîkayê kir ku dawî li vê neheqiyê bînin û demil dest berdin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Rojnamegerên Kurd (ROJIN), bi daxuyaniyekî nivîskî girtina pêşkêşvana Medya Haber TV’yê Heval Arslan şermezarkir û got: “Pêşkeşvana Medya Haber TV’yê, hevala me ya rojnamevana Kurd Heval Arslan, êvara 22’ê Îlonê li navenda polîsan a Ninoveyê ku gazîkiribûnê hate girtin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hevala me ya rojnamevan bêyî biryara dadgehê hat girtin, hemû tiştên wê hatin standin û bi lêgerîna tazî hate kirin. Hevala me di şaneyê de hat girtin û jê re hat gotin ku dê pêşî bê şandin Fransayê, piştre jî Tirkiyeyê, bi vê yekê hewl hate dayin ku çavê wê bê tirsandin. Em vê muameleya xirab a navenda polîsan a Ninove’yê li hember hevala me rojnamevan Heval Arslan şermezar dikin. Heval Arslan ji sala 2003’an û vir ve rojnamevaniyê dike û li Roj TV, Med Nûçe û Medya Haber TV’yê gelek salan kar kiriye.
Di temenê biçûk de hatiye Fransayê, li wir mezin bûye û xwendina xwe qedandiye. Li zanîngehê ji beşa çapemenî-weşangeriyê mezûn bûye. Weke keça malbateke karker hatine Fransayê, lê mafê hemwelatiyê jê re nehatiye dayin. Herî dawî konsulxaneya Tirk jî pasaport neda wê. Ji ber vê yekê nikarîbû pîşeya rojnamevaniyê bi awayekî baş bişopîne. Ji ber helwesta Fransayê ya li hember çapemeniya Kurd û nekarîna wê ya bi awayekî azad pîşeyê xwe bike, wê li Belçîkayê serî li penaberiyê da. Niha li navendekê li Bruggeyê tê girtin da ku bê dersînor kirin.
Hevala me rojnamevan Heval Arslan, endama damezrîner û endama rêveberiya Komeleya Jinên Rojnamevanên Kurd-RO-JIN e, ku li gorî zagonên Belçîkayê hatiye damezrandin. Em weke RO-JIN daxwaz dikin ku endama me Heval Arslan neşînin Fransayê. Ger bê şandin Fransayê, ne diyar e ka mafê penaberiyê dê jê re bê dayin an na û metirsiya wê heye ku bê teslîmkirinî tirkiyê. Em helwesta Fransayê ya berê ya li hember çapemeniya Kurd û helwesta wê ya neheq baş dizanin. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Di pêvajoyeke ku hewceyî nûçegihaniya aştiyê heye de, astengkirina rojnamevanên Kurd qebûl nabe.
Em ji rayedarên Belçîkayê daxwaz dikin ku dawî li vê neheqiyê bînin û hevala me serbest berdin. Em bangî hemû saziyên çapemenî-weşangeriyê, bi taybetî hevkarên me yên Belçîkî, dikin ku piştgiriyê bidin hevala me rojnamevan Heval Arslan û xwayî lê derên.”