Rojê du serlêdanên tundiyê li Komaleya Jinan a Rosayê tê kirin!

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camcî, diyar kir ku rojane bi navgînî 2 serlêdanên tundiyê digrin û da zanîn ku ji bo rawestandina tundiyê xebat dimeşînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan roj bi roj bi zêdebûnê berdewam dike. Li welat bi taybetî mirinên bi awayekî guman ên jinan balê dikişîne, darizandinan, polîtîkaya bêcezatiyê û zimanê mêraniyê ya li dijî jinan bilind dibe, wek sedemên sereke yên zêdebûna tundiyê tên nîşandan. Jinên ku di gihandina parastin û tedbîrên qanûnî de jî zehmetiyan dikşînin, li Tirkiyeya ku hema bêje tundî 'sazîbûyî ye' dev ji têkoşînê bernadin. Komeleya Jinê ya Rosa ku ji roja hatiye damezrandin heta niha li gel jinan e, li her qadê xebatên xwe bi awayekî çalak berdewam dike. Bi Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camcî ku di warê hiqûqî, derûnî û aborî de xebatên xwe didomîne re em li ser rewşa heyî ya li welat axivîn.

'Li Tirkiyeyê di tundiya li dijî jinê de zêdebûnek mezin heye’

Raîfe Camcî, balkişand ku di serdema AKP-MHP'ê de di qetlîamên jinan û tundiyê de zêdebûnek cidî hatiye jiyîn û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku em dikevin sedsala 21'an de li şûna ku mafên jinan zêde bibe, em bi rewşeke berevajî re rû bi rû ne. Bi taybetî êrîşên li ser mafên deskeftiyên jinan her ku diçe zêde dibin. Em di bûyerên cînayetên jinan û tundiya li ser jinan de zêdebûnek cidî dibînin. Em dikarin bibêjin ku ev ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê di tundî û cînayetan de zêdebûnek cidî heye. Dema em li lêkolînan hatine pêkanîn dinêrin, daneyên ku li cîhanê di rêjeya ji sedî 20 de ne, di serdema AKP-MHP'ê ya 21 salan de pir zêde bûye. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de ji sedî hezar û 400 zêdebûn çêbûye.”

‘Em rojane bi navgînî 2 serlêdanên tundiyê digrin’

Raîfe Camcî diyar kir ku ew li dijî zêdebûna tundiyê li qadê ne û bi jinan re di nava hevgirtinê de ne, da zanîn ku  ew wek Komeleya Jinan a Rosa rojane bi navgînî 2 serlêdanên tundiyê digrin. Raîfe Camcî, diyar kir serlêdanên ku digin tundiya fizîkî, derûnî û aborî ye û diyar kir ku ew di vê xalê de piştgirî pêşkeşî jinan dikin. Raîfe Camcî da zanîn ku ew ji bo bidawî anîna tundiyê jî dixebitin û wiha got: “Em ji bo jin ji xwe bawer bin, guhertin û veguhertinan çêkin em her tim li qadan in. Ev tundî ne tenê li Amedê li tevahiya Tirkiyeyê zêde dibe. Ger em bi taybetî li  Amedê binêrin, di nava hefteya dawî de 3 cînayetên jinan pêk hatin. Dema em vê dibêjin, em pir diqehrin û dilê me diêşe. Em her çiqas ji bo zêdenebûna tundiyê têdikoşin jî, mixabin em di civakê de bi muhafezekariyeke cidî re rû bi rû ne. Li aliyekî têkoşîna jinê, li aliyê din jî muhafazakarîbûyinek zêde dibe heye. Di encama van nakokiyan hin zêdetir cînayetên jinan tên jiyîn.”

'Qayûman yek jî sedemên zêdebûna tundiyê ye’

Raîfe Camcî, da zanîn ku yek ji sedemên zêdebûna qetilkirina jinan jî qayûm e û destnîşan kir ku girtina sazî û malên stargehên jinan ên li herêmê, di zêdebûna qetlîamên jinan de bi bandor bûn. Raîfe Camcî got ku tundiya heyî alarmej dide, lê tu tedbîr nayên girtin û wiha got: “Em hilweşandinên şenbêr a qayûmê ava kiriye, li qadê dişopînin. Beriya van qayûman li Amedê “Alo tora tundiyê” hebû. Dîsa malên stargeh û û midûriyetên jinan ên girêdayî şaredariyan hebûn. Piştî ku qeyûm hat hem saziyên jinan hem jî malên stargeh girt. Jinan bi tundiyên dijîn re tenê hatin hiştin. Ji ber ku piştî qayûm hat li qadê tu xebat nehat meşandin. Cihê ku jin li dijî tundiyê re çareyekê bibîne nema. Tundiya heyî êdî alarmê dide.”

'Dê têkoşîn berdewam bike’

Raîfe Camcî herî dawî bal kişand ser tedbîrên ku dikarin bên girtin û wiha got: “Dema ku em bipirsin sedemên vê zêdebûnan çi ne, yekem tişta ku em ê bibêjin bicih ne anîna qanûnên heyî ye. 6284’an û Peymana Stenbolê, qanûnên ku jinan û mafên jinan diparêzin e, lê îro li qadan yek ji wan nayê bicihanîn. Ger em dixwazin tundiya li ser jinê û cînayetên jinan bi dawî bibe, divê hemû qanûn bên bicihanîn. Polîtîkaya heyî ya bêcezatiyê jî sedemeke girîng a zêdebûna cînayetên jinan e. Em rêxistinên jinan dê ji bo pêkanîna qanûna 6284’an û hem jî TCK'ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”