Rojava di navbear çerxeriya şer û jiyanê de ye

Desteka ji bo Rojava ne ji bo hikumetek ku hatiye diyarkirin an jî herêmek e; piştgiriya bi tevgerên di lêgerîna maf û azadiyê re ye. Rojava vê yekê li ber me hîn dike: Azadî tenê daxwazek nîn e, awayê jiyan, rêxistinbûn û pratîka siyasî ye.

BESÊ ŞAMARÎ

Di vê dema ku şer û jiyan ketine nava hev de, Rojava êdî ne îhtîmalek e, bi xetera planeke qirkirinê ya ku ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hatiye plankirin re rûbirû ye. Ger ev êrîş çêbibin dê tenê ji bo herêmê gef nebe, wateya hêvî û berxwedanê ya kûrewî jî dê bihejîne. Muqayeskirina Rojava bi Chiapas an jî Xezayê re şaş e. Chiapas, temsîla berxwedana çekdarî ya netew-dewletê ya li dijî kapîtalîzmê bû; Xeza sembola berxwedana bajarê di bin dagirkerî û dorpêçê de ye lê Rojava tenê berxwedanek nîn e; projeyeke civakî ye, rêbaz, perwerde, edaleta civakî, beşdariya jinan û xweseriyê di nava xwe de dihewîne. Tenê ji bo Rojava gotina “berxwedan” jinedîtîve hatina cewherê wê ye.

Dîplomasiya Rojava ji destpêkê ve bi rastiyek pir dijwar re hevrû bû: Tu hêzeke herêmî yan jî kûrewî, amade nebû ku projeyek xwedî rêveberiya xweser a demokratîk, weke ektorek serbixwe û meşrû bibîne. Ev rewş ne demborî, pergalî ye. Dîplomasiya Rojava ji destpêkê ve weke “rêbaza mayîna li jiyanê” bi cih bû; hem rasterast li dijî dijminan hem jî hêzên mezin ên ku hewl didin erdnîgariya Sûriyeyê di bin kontrola xwe de bigrin. Van herdu astan, Rojava ber bi dîplomasiyeke aydê dîplomasiyeke lezgîn û taktîkî ve bir; ne ber bi dîplomasiyeke meşrû ya demdirêj ve. Bi vê yekê dîplomasiya Rojava ji destpêkê ve ne weke dîplomasiya ku “li ser pêşerojê muzakereyan bike” weke ya ku “demê qezenc bike” bû.

Rojava destpêkê bi komên çekdar ên weke DAIŞ’ê re rûbirû ma lê xetera mezin a sereke, şerên bêîstîqrariya siyasî û wekaletê yên ku ji aliyê hikumetên herêmî ve dihatin meşandin bûn. Di bin van mercan de Rojava neçar ma bikeve “bin lîstika hêzên mezin” û ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi awayê demkî xwe spart destea welatên Rojava lê ev hevkarî piştî ku şer bi dawî bû, veguherî barekî siyasî.

Dîplomasiya Rojava, beriya ku ji serxwebûna xwe bêpar bimîne, bi nakokiya pêdiviya bi desteka navneteweyî re rûbirû ma. Di encamê de bû dîplomasiyeke piralî lê qels.

Dema ku hewl da di navbera DYE, Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de hevsengiyek çêbike, di heman demê de hewl da daxwazên civaka xwe jî biparêze. Tevî vê yekî jî tu aliyan Rojava bi fermî nas nekirin, her çendî bi pratîkî jê sûdê girtibin jî.

Em dikarin seyra dîrokî ya dîplomasiya Rojava di sê merheleyan de binirxînin: Merheleya yekem, bi welatên Rojava re tifaqa tektîkî ya li dijî DAIŞ’ê; merheleya duyemîn, “hevkêşeya mayîna li jiyanê” merheleya sêyemîn jî ew bû ku Rojava bûbû perçeyek jeopolîtîka kûrewî.

Di merheleya yekemîn de Rojava weke mutefîkek taktîkê yê li dijî DAIŞ’ê hat dîtin. Ev pêvajo di bingehê de bi desteka leşkerî û îstîxbarî bi sînor bû, bi desteka siyasi û fermî bi sînor ma. Welatên Rojava ji vê tecrubeya wê sûdê girtin lê nexwestin Rojava bibe hêzeke serbixwe lewre Rojava modelek dijberî netew-dewlet û mantiqa ototîreteya herêmî pêşkêş dikir. Ji ber vê yekê, Rojava ne mutefîkek mayînde, piştî gihîştina hedefa xwe weke “amûra” ku divê were kontrolkirin hat dîtin.

Di vê pêvajoyê de dîplomasiya Rojava weke dîplomasiya ku hatibû “kirêkirin” bû; desteke bi sînor û ji bo armanceke diyarkirî girt. Têkbirina DAIŞ’ê bi saya vê destekê çêbû lê vê pirsê bi xwe re anî: Piştî DAIŞ’ê dê çi bibe? Gelo Rojava ji bo destekdayîna projeyek demokratîk û serbixwe amade bû? Bersiv zelal bû: Na, welatên Rojava parastina hevsengiya herêmî tercîhî afirandina modelek nû kirin.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê, Rojava ket pêvajoya “hevkêşeya mayîna li jiyanê” êdî ji bo welatên Rojava ne mecbûriyeteke leşkerî, bû pirsgirêkek siyasî. Ji bo ku bi DYE û Ewropayê re têkiliyan çêbike û êrîşên Tirkiyeyê bide rawestandin, di navbera tekliyên bi Şam û Rûsyayê de ma lê di tu rewşek de bi awayê meşrû nehat nasîn.

Di vê merheleyê de Tirkiye bû gefa herî mezin. Rojava ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî xeter dît û zextên leşkerî û siyasî pêk anî. Bi bêdengî yan jî desteka hêzên hegemon, Tirkiyeyê Rojava ber bi pozîsyona parastinê ve bir û neçar hişt ku bi Şam û Rûsyayê re lihevkirinên taktîkî bike.

Di vê serdemê de dîplomasiya Rojava, nîşan da ku gefa herî mezin ne DAIŞ, polîtîkayên Tirkiyeyê û mantiqa hêzê ya herêmî ye. Ji aliyekî ve diviyabû li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwe biparêze, ji aliyekî ve jî diviyabû nebe amûra Şam an jî Moskovayê. Vê dubendiyê dîplomasiya Rojava ji projeyeke siyasî zêdetir veguherand projeyeke parastinê.

Dîplomasiya Rojava bi pirsgirêkek wiha re rûbirû ye: Gelo bêyî ku di warê navneteweyî de were nasîn dikare li ser piyan bimîne? Bersiv, di xwezaya wê ya civakî de veşartiye. Rojava projeyeke klasîk a dewletek nîn e, heta ku beşdarî siyaseta civakê bibe tecrubeya siyasî û çandî ya civakê ye

Ji ber vê yekê Rojava tenê têkiliyên di navbera dewletan de nîn e, fikreke ku meydanê ji siyaseta navendparêz re dixwîne ne.

Wê demê çima Rojava hê bi Chiapas û Xezayê re tê muqayesekirin? Lewre hemû sembola berxwedana li dijî zextê ne lê Chiapas û Xeza navendê parastinê ne, Rojava, di heman demê de xwedî proje ye û her dem ava dike.

Rojava, modelek ku hêza xwe ji gel digre ye; bi pêşengiya jinan hatiye avakirin.

Rojava, li dijî krîza neolîberal û netew dewleta têkçûyî, alternatîfek pêşkêş dike.

Parastina Rojava, parastina hêviya ku dibêje azadî pêkan e ye.