Roja ku jiyana xwe ji dest daye rastî tundiyê hatiye!

Derket holê ku Velat Karabalik ê 2 roj berê li Mûşê bi awayekî bi guman bi çekê jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin, sibeha roja jiyana xwe ji dest daye ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve rastî tundiyê hatiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş- Bi zêdebûna tundiya li dijî jinan re, di pêvajoya dawî de mirina jinan a bi guman ku hema bêje her roj di rojevê de ye, roj bi roj zêde dibe. Piştî mirina gelek jinan a bi guman, bi gotinên "ji bilindahiyê xwe avêtin an jî întihar" derdikevin pêşiya me, çîroka tundiyê derdikeve. Dema ku lêpirsînên der barê mirinê de hatine destpêkirin nebes dimînin, gelek ji van lêpirsînan bi neşopandinê bi encam dibin.

3 kes hatin binçavkirin û berdan

Herî dawî di 29’ê Gulanê de li gundê Azaxpur ê girêdayî navçeya Tîlê yê Mûşê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Dayika 6 zarokan Velat Karabalik (32) 2 roj berê danê sibê zaroka wê ya 12 salî wê li malê mirî dît. Velat Karabalik a ku xizmên wê ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di çarçoveya lêpirsîna der barê bûyerê hat destpêkirin de hevjînê wê, biraziyê wî û kesekî ji gund hatin binçavkirin.

Çeka ku bû sedema mirina Velat Karabalik li holê nîn e!

Piştî kesên ku hatin binçavkirin duh êvarê hatin berdan, agahiyên ku me ji gundê bûyer lê qewimî girtin, diyar kirin ku Velat Karabalik di pêvajoya zewaca xwe de bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatiye. Dema çavkaniyan diyar kirin ku Velat Karabalik sibeha jiyana xwe ji dest daye ji aliyê hevjînê xwe ve dîsa rastî tundiyê hatiye, hat hînbûn ku çeka ku jê gule li bedena wê ketine û bûye sedema mirina wê li holê nîn e.

Sibeha roja bûyerê tundî dîtiye!

Rapora otopsiyê ya Velat Karabalik a ku di stû û serê wê de şopên guleyan hatibûn tesbîtkirin nehat gihandin, hat diyarkirin ku zarokê Velat Karabalik a 12 salî ku dayika xwe wiha dîtiye û agahî dayê ferdên malê, ji wê rojê û vir ve qet neçûye malê. Ji bo Velat Karabalik a ku jiyana xwe ji dest da hem malbata wê hem jî malbata kesê ku bi wî re zewicandibû li cihên cuda taziye danîn.

Serdozgeriya Komarê ya Tîlê lêpirsîn da destpêkirin, hat diyarkirin ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayekî sîstematîk rastî tundiya fizîkî û derûnî hatiye.