Roja cîhanî ya zarokan
Gelek sal di ser diyarkirina roja cîhanî ya zarokan re derbas bûn, armanca wê parastina mafên zarokan bû lê belê heta niha rêxistinên navdewletî û hikumet nikaribûne pêşî li bêmafiya li hemberî zarokan tê kirin bigrin.
Navenda Nûçeyan- Roja cîhanî ya zarokan, rojek diyar kiriye ku her sal ji bo hişyarî û bîranîna mafên zarokan tê pêşwazîkirin. Di sala 1925’an de cara yekem li Cenevreyê di konfaransa cîhanî ya çavdêriya zarokan, roja cîhanî ya zarokan hat diyarkirin. Di sala 1950’yan de 1’ê Hezîranê li gelek welatên sosyalîst ev roj hat pîrozkirin, armanca wê ji bo parastina mafên zarokan bû.
Komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja cîhanî ya zarokan di 20’ê Mijdara sala 1959’ê weke roja mafên zarokan pîroz kir. Ji ber ku piştî konferansa cîhanî ya Cenevreyê tu rojek nehatibû diyarkirin, ji ber wê her welat li gorî pêwîstiyên çanda xwe roja zarokan pîroz dike.
Roja cîhanî ya zarokan di yekşema duyem a sala 1857’an de ji aliyê Rivernd doktor Çarlis Leonerd û keşeyê Kilîsê Unîver Salistî li Çêlis ve hate diyarkirin. Çarlis Leonerd xizmetek taybet ji bo zarokan dikir, destpêkê navê vê roja, roja yekşema gul bû, piştre navê wê kirin roja cîhanî ya zarokan.
Bi diyarkirina roja cîhanî ya zarokan re, welatên endamên neteweyên yekgirtî biryara parastina mafên zarokan dan. Bêyî cudahiya zayend, reng, ol û reseniya neteweyî yan civakî, ji bo dabînkirina mafê soz, hezkirin, têgihîştin, xwarina pêwîst, çavdêriya bijîjkî û perwerdeya azad.