Roja 586’emîn: Daxwaza me darizandineke adil e

Malbata Şenyaşar a ku 586 roj in Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne, wiha got: “Daxwaza me darizandineke adil û berdana demildest a Fadil Şenyaşar ê ku bi awayekî neheq tê girtin e.”

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 586’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe ya nobetê domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parve kir: “Em ji çapemeniyê hîn bûn ku îdianameya têkildarî doza komkujiya nexweşxaneyê piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin. Agahiyeke ku bi awayê fermî ji me re hatiye teblîxkirin tune ye. Daxwaza me darizandineke adil e û berdana demildest a Fadil Şenyaşar ê ku bi awayekî neheq tê girtin e.”