Roja 548'emîn: Di dosyaya lêpirsînê de 10’emîn guhertin pêk hat

Di dosyaya lêpirsîna qetlîamê ya li nexweşxaneya ku malbata Şenyaşar pê re rû bi rû ma û ev zêdetirî 4 sal in bi "veşartî" tê meşandin de, dozgerê dosyayê cara 10’emîn hat guhertin.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 548’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobetê didomîne, Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.

Di dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku di esasê de qetlîam li wir hat kirin de zêdetirî 4 sal in “biryara nepenîtiyê” heye. Ferît Şenyaşar û parêzerê wan Bûlent Dûran ku duh xwestin di derbarê geşedanên dosyayê de agahiyê bigirin, hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’emîn hatiye guhertin. Bi vî awayî di dosyaya lêpirsînê de ev bû 10'emîn guhertina dozgeriyê ku ev zêdeyî 4 sal in veneguheriye dozê.

Malbata Şenyaşar di hesabê xwe yê medyayê de Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û ev parvekirin kir: “Dadgeha Rihayê berdewame ku derbasê dîrokê bibe. Li saziya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Dozgerê dosyaya 9'emîn ku dosya bi rêve dibir çû. Dozgerê 10. hat. Di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê dewam dike.”

Çi qewimî bû?

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûsê ji aliyê parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatinqetilkirin. Ferît Şenyaşar jî ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû. Komkujiya ku Malbata Şenyaşar di heman rojê de pê re rû bi rû ma jî, weke “kargeh û nexweşxane” veguherî du dosyeyên cuda. Dosyaya di 2’ê Nîsana 2021’ê de li ser êrîşên li cihê kar ên malbatê bi dawî bû, Fadil Şenyaşar ê ku di bûyerê de 2 bira û bavê xwe winda kir 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Fadil Şenyaşar ê ku zêdeyî 4 sal in li Girtîgeha Elezîzê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, dosya bi dosyayê re di pêvajoya îstînafê de ye.

Di demekê de ku lingê dadgeha herêmî ya derbarê cihê kar de temam dibe, di dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku di esasê de qetlîam li wir hat kirin de zêdetirî 4 sal in “biryara nepenîtiyê” heye. Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneya ku rayedarên dewletê (wezîr, walî, midûrê emniyetê, qeymeqam û polîs) lê amade bûn, hatin qetilkirin. Hat îdiakirin ku piştî qetlîamê kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê hatine dizîn. Di 22’ê Nîsana 2022’an de, bi qasî 4 sal piştî bûyerê, ji ber têkoşîna edaletê ya malbatê nîşan dayî û bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn, di nav de birayê Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz bi giştî 4 kes hatin girtin.