Roja 530’emîn: Parlamenterên HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
Parlemeterên HDP’ê ya di roja 530’emîn a nobeta edaletê de serdana malbata Şenyaşar kir.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 530’emîn de berdewam dike. Malbatê tevî ku edliye ji ber dawiya hefteyê girtî ye jî dîsa hatin li ber avahiya edliyê nobeta xwe girtin.
Dayik û kurê wê wêneyên ferdên malbata xwe û dovîza “503 roj in em ji bo jiyanek bi rûmet li benda edaletê ne” bi bariyeran ve daliqandin.
Şandeya HDP’ê ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Omer Ocalan û Dayikên Aştiyê pêk dihat serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît derbarê têkoşîna xwe de şandeyê agahdar kirin.
“Her du sazî nîşaneya bêdaletiya Tirkiyeyê ne”
Sarûhan Olûç û Mehmet Ruştu Tiryakî di serdanê de axivîn û destnîşan kirin ku Wezareta Dadê û AKP nahêlin ku edalet were vî welatî û bêedaletiyê dafirînin û li her deverê belav kirine û her du sazî nîşaneya bêdaletiya Tirkiyeyê ne. Şandeya HDP’ê diyar kir ku di demek nêz an jî dirêj de be jî dê edalet were vî welatî û kujer cezayê heq kirine dê bistînin û her wiha dê doza malbatê ji nêz ve bişopînin.
Şandeyê kêliyek li gel malbatê nobet girt û piştre ji ber avahiya edliyeyê veqetiya.