Roja 494’an: Bi têkoşîna me re heqîqet derketin holê

Malbata Şenyaşar ku nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Bi milyonan kes xwedî li têkoşîna me ya birûmet derketin. Tevî têkoşîna me heqîqet derketin holê.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 494’emîn de ye. Nobeta Edaletê ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî beşdar bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar, li qada ku weke “ Qunçika edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin berdewam kir. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal jî bi etîketa “Tirkiyeyeke bêOHAL” ev parvekirin kir: “Bi milyonan kes xwedî li têkoşîna me ya birûmet derketin. Tevî têkoşîna me heqîqet derketin holê. Ew kesên wê rojê bi ser kesê nedihatin girtin niha di rewşeke ku nikarin derkevin nav civakê de ne. Em minettarê herkesên ku li dijî zilmê disekinin û li cem me ne ne.”