Roja 481’an: Hemû hilbijartî û rayedar dizanîn ku zilmek li holê heye

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, wiha got: “Parlamenterên desthilatê jî di nav de hemû hilbijartî û rayedar qebûl dikin ku li holê zilmek heye. Ji bo bidawîbûna êşê bila êdî edalet bê."

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 481’an ye. Malbatê ji ber dawiya hefteyê yenobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê  didomîne.

“Bila êdî edalet bê”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: “4 sal derbas bûn lê ev êş kêm nabe. Êşa kezebê derbas nabe. Parlamenterên desthilatê jî di nav de hemû hilbijartî û rayedar qebûl dikin ku li holê zilmek heye. Ji bo bidawîbûna êşê bila êdî edalet bê."