Roja 467’an: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk dê neyê çareserkirin

Malbata Şenyaşar ku 467 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê didomînin, bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê ku gihîşt hefteya 899’emîn û wiha got: “Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 467’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber ku dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê peyamek belav kir û bal kişand ser têkoşîna edaletê ya domdirêj a Dayikên Şemiyê ku gihîşt hefteya 899’emîn û wiha got: “Tirkiye dewletek hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê de edalet mutleq e, em ê bi berxwedanê paşve bînin. Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”