Roja 439’an: Divê li hemberî gefan berxwedan bê mezin kirin
Malbata Şenyaşar a bê navber têkoşîna edaletê dewam dike got: “Niha divê ji bo edaletê li dijî hemû zext û gefan li ber xwe bê dayîn û piştevanî bê kirin.”
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, berdewam dike. Malbata ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edilye ya Rihayê di çalakiyê de ne ji ber dawiya heftê ye li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê gotina “Malbata Şenyaşar li edaletê digere” etîket kir û ev peyam parve kir: “Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pêş edliyeyê li edaletê digere. Li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide. Niha divê ji bo edaletê li dijî hemû zext û gefan li ber xwe bê dayîn û piştevanî bê kirin. Ji ber ku edalet wê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”