Roja 424’an: Yên bêdeng dimînin şirîkê zilmê ne
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku Nobeta Edaletê 424 roj in didomînin, wiha gotin: "Yên bêdeng dimînin dibin şirîkê zilmê"
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 424’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibê ji mala xwe ya li Pirsûsê ku 42 kîlometreyan dûrî Rihayê ye hatin ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe dan destpêkirin. Dayik û kurê wê di nava saetên mesaiye de ji parêzer û welatiyên berê wan dikeve edliyeyê têkoşîna xwe ya edaletê vedibêjin.
Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê bi hastaga #ŞenYaşarAilesiDirenişte" re ev parvekirin kir: "Hikumet û Serokkomarê ku ji bo edaletê bûn desthilatdar, bi daxuyaniyên xwe yên piştî komkujiyê re dadgerî pûç kirin. Rastî hemû eşkere bûn. Wezîrê demê Ahmet Eşref Fakibaba yê AKP'î diyar kir ku ew hatiye xapandin. Yên bêdeng dimînin dibin şirîkê zilmê ne."