Roja 391’an a nobeta edaletê
Malbata Şenyaşar di roja 391’an a nobeta edaletê de, ev parvekirin kir: “Heta ku edalet pêk tê em ê bêdeng nemînin. Em ê nedin jibîrkirin.”
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 391’ande berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyayê wêneyê ambulansa ku 14'ê Hezîrana 2014'an de dema birîndar vediguhest rastî êrişê hatibû parve kir û ev parvekirin kir: “Hemû kes êdî pê dizane ku hiqûq li Rihayê li gorî şexs û meqaman teşe digire. Li Tirkiyeyê hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li hemberî dayikeke ku li ber edliyeyê têdikoşe dide. Heta ku edalet pêk tê em ê bêdeng nemînin. Em ê nedin jibîrkirin.”