Roja 363’emîn: Ji malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn

Malbata Şenyaşar ku 363 roj in ji bo edaletê têdikoşe, bi wesîleya salvegera nobeta xwe peyamek bi video weşandin û got: “Roja çarşemê di 9’ê Adarê de hûn jî werin bi me re Nobeda Edaletê bigirin.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 363’an de ye. Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtî ye, malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domandin.  

“Nobeta me derbase dîrokê dibe”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê bi videoyek peyama têkildarî salvegera yekemîn a nobeta xwe ya edaletê belav kir û her parêzvanên mafê mirovan vedixwînin roja 9’ê mehê. Di vidoeyê de beşek çalakiya nobetê ya ku nêzî saleke didin berdewam kirin û êrişa li ser kargeha malbatê cih digire. Di dawiya peyama videoyê de ev peyam cih digre:

“Dema me nobeta xwe li vir da destpêkirin, em du kes bûn. Îro doza me veguheriye doza raya giştî. Roja çarşemê di 9’ê Adarê de hûn jî werin rojek bi me re Nobeda Edaletê bigirin. Ev nobeta me derbase dîrokê dibe, em her kesê ku dixwaze şahidiya dîrokê bike vedixwînin ber avahiya edliyê. Hewara dayika li ber deriyê Edliya Rihayê tevahiya dinyayê bihîst. Heta edalet neyê, girîngiyê nedin mafê mirovan, aborî baş nabe, rojên xweş wê neyên. Nifirê bi hezaran mirov heye.”