Roja 344’an: Kesên ku li ber gel winda dikin diyar in
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 344 roj in “Nobeta Edaletê” didomînin, li ser hesabê xwe yê medyayê ev gotin parve kirin: "Kesên ku li ber gel winda dikin diyar in.”
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 344’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibê de bi 42 kîlometreyan dûrî mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Pankarta “Bav û kur li ber çavên her kesê hatin qetilkirin. Der barê bûyerê de tu kes nehat girtin. Dayik, ji bo kesên ku bi neheqî hatine girtin û qetilkirin, li benda edaletê ye. Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji her kesê re edalet” li ber avahiya edliyeyê hat daliqandin.
Li dijî cezayê ku li Emîne Şenyaşar hat birîn bertek hat nîşandan
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê bertek nîşanî cezayê 265 rojî yê edlî yê Emîne Şenyaşar a di doza ku bi hinceta heqareta li parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatiye vekirin, da û ev yek parve kir: “Piştî qetlîama li nexweşxaneyê, Yildiz ê ku parlamenterê malbata xwe ye, doz li Emîneyê vekir û qezenc kir. Parlamenterê ku di nav AKP'ê de jî nayê xwestin, bi talîmatan dozê qezenc dikin. Kesên ku li ber gel winda dikin diyar in."
Di parvekirinê de hesabên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erinç Sagkan hatin etîketkirin.