Roja 341’an: Dinya alem dizane ku em mafdar in

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di roja 341’an nobeta "Edaletê" de wiha gotin: "Hûn nikarin me bêdeng bikin û me tune bihesibînin, ji ber ku dinya alem dizane ku em mafdar in.”

 
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 341’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. 
Malbata Şenyaşar, li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Em ne kesên navdar in lê bi saya çalakiya xwe ya li dijî neheqî û bêhiqûqiyê, êdî Tirkiye me nas dike û xwedî li têkoşîna me derdikevin. Hûn nikarin me bêdeng bikin û me tune bihesibînin, ji ber ku dinya alem dizane ku em mafdar in.”