Roja 320’an: Edaleta derengmayî bê edaletî ye

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 320 roj in bi daxwaza "edaletê" di çalakiya rûniştinê de ne, gotin: “Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim bibe. Rojek dereng an jî nêz wê edalet cihê xwe bibîne. Edaleta derengmayî bêedaletî ye.”

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 320’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê nobeda xwe li mala xwe ya pirsûsê dewam kir.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim bibe. Rojek dereng an jî nêz wê edalet cihê xwe bibîne. Edaleta derengmayî bêedaletî ye.”