Roja 311’an: Heta kurê min bê berdan ez di nobetê de me

Emîne Şenyaşar tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro jî di nobeta edaletê de bû û xwest kurê xwe Fadil Şenyaşar bê berdan.

Riha- Nobeta "edalet" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 311’an de berdewam dike. 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 311’emîn a çalakiya xwe de li qada ku weke “quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” tê pênasekirin, dest bi nobeta xwe kirin. Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê du rojin nikare tevlî nobeta li ber Edliyeya Rihayê bibe, diyar kir ku nobeta wan “di bin zilmê de” dewam dike. Emîne Şenyaşar, diyar kir ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar ê ku 3 sal û 7 meh in di hucreya yek kesî tê ragirtin neyê berdan ew ê nobeta xwe bidomîne.
"Îtîraz nakin"
Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Dema têkoşîna me ya edaletê li meclîsê tê rojevê çima li Meclîsê bêdengiyek mirinê tê jiyan kirin. Çima ji AKP’ê parlamenterek ranabe û îtîraz nake.”