Roja 303’an: Ên ku li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin, bila îmana xwe lêpirsîn bikin
Têkoşîna "Edaletê" ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin di roja 303’emîn de berdewam dike, gotin: “Ên ku li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin , bila îmana xwe lêpirsîn bikin”.
Têkoşîna "Edaletê" ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin di roja 303’emîn de berdewam dike, gotin: "Ên ku li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin, bila îmana xwe lêpirsîn bikin."
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 303’an de berdewam dike. Malbatê piştî li gel Fadil Şenyaşar ê sê salin li Girtîgeha Xerpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin bi telefonê peyîvîn, hatin qada nobetê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: "Keşê dêra Xiristiyan a Rihayê li ber qêrîna me ya ji bo dadê bêdeng nema. Îro li cem me bû. Li ser baweriya xwe ya dînî dua ji me re kir. Ên ku li hemberê vê zilmê bêdeng dibînin, bila îmana xwe lêpirsîn bikin."