Roja 298’an: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 298'an de berdewam dike.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 298’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar îro dîsa danê sibehê di roja 298'an ya nobeta xwe de daxwazên xwe yên edaletê qîriyan.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 298’emîn de berdewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”