Roja 295’an: Cihê ku agir ketê dişewitîne

Emîne Şenyaşar a li gel kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 295’an de çalakiya nobeta “edaletê” dewam dike got: “Ji ber ku ji kesî deng dernakeve, cihê ku agirê lê dikeve dişewitîne û ev şewat didome.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 293’an de berdewam dike. Malbat, ji ber dawiya hefteyê Edliye girtiye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.  
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya yê waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba û Serokê TBB’ê Erînç Sagkan etîket kirin û vê peyamê parve kir: “Li ber çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê, parlamenterek di nava AKP’ê de li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam tê kirin. Ji kesî deng dernakeve. Ji ber ku ji kesî deng dernakeve, cihê ku agirê lê dikeve dişewitîne û ev şewat didome. Her kes bi îbret temaşe dike. Nobeda me ya Edaletê di roja 295’emîn de ye.”