RJAK: Emê zihnyeta desthilatdar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin

RJAK’ê bi boneya çaremîn salvegera êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek da û got: “Ew weke jinên Kurd dê desturê nedin dagirkeriya li ser axa xwe, dê êşên xwe vegerînin hêzê û li hemberî dagirkerên welatê xwe di nava têkoşînê de bin.”

Navenda Nuçeyan- Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ê bi boneya çaremîn salvegera êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî belavkir û di daxuyaniyê de pêşengiya jinê ya di eniyên berxwedana li hemberî dagirkeriyê de bibîrxist û da zanîn weke jin ewê li hemberî dagirkera ser axa wan tê kirin bêdeng nemîne.
Daxuyaniya RJAK’ê wihaye: “Ji bo gelê Kurd çarenûsa xwe bi guhere, li Rojavayê Kurdistanê dibin pêşengtiya jinê de pêngava ber bi projeya demokratîkbûnê ve avêt. Sîstema rêveberiya xweser û pêşkeftina jinê di hemû aliyên civakî de tirs û gumanê xist ser wan dewlet netewên ku şer ji bo hebûna xwe wek xwarinê dibînin. Ji bona wê dewleta dijî jinê û nijadperest ya Tirk êrişa dagirkeriyê dibin navên cûda yên wek DAIŞ, El Nusra û El Qaîde bir ser Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku ev êrîş bi ser neketin, vê carê dewleta Tirk bi xwe êrişê ser Efrînê kir û dest bi dizî, talanî û destdirêjiya li ser jinê kir. Her çiqas roja 20’ê Çile ji bo Efrîniyan û jinên Kurd bi êşe, lê di qonaxa niha de ev êş vegeriyaye hêz û îradeya berxwedaniyê. Dibin pêşengtiya jinê de gav bi şunde navêjin. Ev yek wê di xebata jinê de bibe mertalek bi hêz ji bo azadbûna Efrînê.”