RJAK’ê der barê Zagona Rewşa Kesane de semîner da

RJAK’ê têkildarî hewldanên ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê de, semînerek bi sernavê ‘Zagona Rewşa Kesane’ li bajarê Silêmaniyê da.

Silêmanî- Li avahiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) a li Silêmaniyê, bi pêşengiya Kampanyaya Yekitiya Jinan, bi beşdarbûna hejmarek berbiçav a çalakvan, rewşenbîr û kesayetên civakê, têkildarî hewldanên ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê semînerek bi sernavê ‘Zagona Rewşa Kesane’ ji aliyê Dr. Razaw Gulî Mehmûd ve hat dayîn.

Di semînerê de Dr. Razaw Gulî Mehmûd axivî û got: “Ger weke madeya 140 lê were û ji nû ve neyê nivîsandin dê li derveyî dadgehê li gorî adetên herêmê û olên cihê biryarê li ser zewac, berdan û mîrasê were dayîn ku wê demê tenê rola dadgehê dibe erêkirin.

Ev guhertin wê rê li ber zewaca ne fermî veke. Rast e heta ev zagon li Parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê pejirandin, li vir nayê pêkanîn lê dê ne rasterast bandorê li Herêma Kurdistanê bike. Mînak weke niha çawa ku xelkê herêmê ji bo pirzewaciyê serî li dadgehên Iraqê didin.”

Dr. Razaw da zanîn ku ev guhertin di bin navê zewacê de teşwîqkirina pirzewacî û tecawîza li keçên 9 salî ye û wiha got: “Ev yek tê wê wateyê ku dê bi riya zagonê tundî û heqaret li jinan were kirin. Ji ber ku zagon zarokan jî digre nava xwe. Li gorî Danezana Navdewletî ya Mafên Mirovan, temenê kesek di bin 18 salî de be, zarok tê hesibandin. Ji ber vê yekê ev guhertin binpêkirina mafên mirovan e.”

Bertekên li dijî guherîna zagonê zêde dibin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bertek û nerazîbûnên li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmara 188’an a sala 1959’an zêde dibin. Pêşniyazkirina jinûve sererastkirina zagonê dê jinan ji mîras, mafê dayiktiyê û xwedîkirina zarokan bêpar bihêle. Her wiha wê rê were vekirin ku zarokên keç di temenê 9 salî de û kur jî di temenê 15 salî de bên zewicandin. Di 4’ê Tebaxê de Parlamentoya Iraqê yekem rûniştina der barê guhertina zagonê de li dar xist. Parêzer, parlamenter, çalakvan û piraniya beşên civakê vê sererastkirinê weke binpêkirina mafên jin û zarokan dinirxînin.