RJAK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê ya Silêmaniyê eşkere kir
RJAK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bernameya Silêmaniyê eşkere kir, diyar kir ku di çarçoveya çalakiyan de dê pêşangeha wêneyan, çandina daran, belavkirina gulan û şahiya girseyî bê lidarxistin.
Silêmanî – Li bajarê Silêmaniyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Jîno Reşîd a li ser navê jinan daxuyanî da, diyar kir ku 8'ê Adarê di têkoşîna jinan de cihekî gelekî girîng digre.
"Adar ji bo jinan rojeke pîroz e"
Jîno Reşîd da zanîn ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin pîroz e û wiha got: "Em ji Rozayan heta Clara Zetkîn ji Sakîne Cansizan heta Viyan Soran, ji Leyla Qasiman heta Şîlanan hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Di vê 8’ê Adarê de em ê çalakiyên xwe li ser şopa jinên berxwedêr û bi ruhê wan ê berxwedanê pêk bînin. Em ê heta hemû mafên xwe dubare bigrin û heta jiyana azad ava bikin têbikoşin û tu carî ranewestin.”
Bernameya RJAK’ê ya 8’ê Adarê ya li Silêmaniyê wiha ye:
1’ê Adarê: Pêşangeha wêneyan.
2’ê Adarê: Li Parka Hewarî Şar bernameya çandina daran.
3’ê Adarê: Dê li bazarê gul werin belavkirin û vê rojê li jinan pîroz bikin.
4’ê Adarê: Bi şahiyekê 8’ê Adarê dê bi tevlibûna çend hunermendan were pîrozkirin.