Rizwan Mukaddem: Divê li Îranê têgeha namûsê bê lêpirsînkirin

Berdevka Kampanyaya Cînayetên Namûsê Rawestînin Rizwan Mukaddem, bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan got ku jin hê dibin mexdûrên qanûn û cudakariyê û got: “Divê li Îranê têgeha “namûsê” bê lêpirsînkirin.”

ŞEHLA MUHAMMEDΠ

Navenda Nûçeyan – Em nêzî 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dibin. Me bi Berdevka Kampanyaya Cînayetên Namûsê Rawestînin Rizwan Mukaddem re der barê tundiya li dijî jinan û bi taybetî jî cînayetên bi navê “namûsê” tên rewakirin de, hevpeyvînek taybet kir.

Em ê di vê hevpeyvînê de hem çarçoveyên cuda yên vê tundiyê analîz bikin hem jî riyên ku dema jin bi rewşên bi vî awayî re rû bi rû bimînin zêdetir bihêz û hişyartir bin û pêşniyarên çareseriyê ku pêşiya cînayetên namûsê bigre û kêm bike bigrin dest.

*Li Îranê rewşa jinan hê jî di xeterê de ye. Di mehên dawî de hejmare jinên ji aliyê ferdên malbatê ve tên qetilkirin zêde bû. Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li Îranê tundiya li dijî jinan, diyardeyek pergalî ye. Mixabin pirsgirêkek bi kok e û roj bi roj zêdetir dibe. Di aliyê cînayetên namûsê de jî ne tenê di mehên dawî de, di salên dawî de jî zêdebûnek heye. Sedemên vê zêdebûnê pir zelal in lê belê ez ê hewl bidim bi dane û tecrubeyên Kampanyaya Cînayetên Namûsê Rawestînin mijarê hêj zelaltir binirxînim.

Li gorî lêkolîn û tomarên daneyan a kampanyayê, li Îranê her meh herî kêm 20 jin dibin mexdûrên cînayetên namûsê. Ev îstatîstîkek pir zêde ye û asta rast a tundiya bi pergalî ya li dijî jinan nîşan dide. Hê jî beşek mezin a civakê, xwedî diyardeyek mezin e û di çandên bi pergala baviksalar de xwedî dikin û di gelek civakên paşverû de jin mîna “namûsa malbatê” tên dîtin. Di çandên bi vî awayî de, her cînayeta bi armanca kontrolkirina beden, tevger an jiyana jinan tê pêkanîn, bi kîjan hincetê bê rewakirin jî weke pênase cînayeta namûsê ye. Lêpirsînkirina têgeha “namûsê” gavekî bi kok û pêwist e; ji ber ku jin ne namûsa tu kesê ne.

Ruxmê vê yekê jî tenê ne bi hinek hiqûqnasan re, heta bi hinek aktîvîstên jin re fêmkirina vê têgihîştinê bi temamî ava nebûye û hinek caran cînayetên namûsê bi awayê zanebûn an jî bê zanebûn tên rewakirin. Kampanyaya Cînayetên Namûsê Rawestînin, di salên dawî de di vê qadê de gotinek bihêz û nû afirand. Lewma îro di medyaya dîjîtal û di navbera aktîvîstên jin de axaftina cînayetên namûsê hê jî zêdetir hêsan, zelal e. Li Îranê tundiya li dijî jinan, xwedî wesfek pergalî û sazûmanî ye. Qanûnên heyî xwedî karakterek li dijî jinan in û li şûna cezayên bi bandor tundî û cînayetên jinan teşwîq dikin. Qanûna ku divê pêşiya sûc bigre, di pêkanînê de veguheriye parçeyek çerxa sûc. Madeyên 301 û 302’an ên Qanûna Ceza ya Îslamî, mînakên vê yekê yên herî zelal in; van madeyan hem pêkanîna cînayetê hêsan dikin hem jî ceza kêm dikin.

Her wiha di civakê de propogandaya serdestiya mêr ji perwerdeyê bigre heta pirtûkên dersê, heta billboardên bajêr li her derê serdest e. Ev giştîbûn mirovan arasteyê wekheviyê nake, arasteyê “serwerî”, “serdestiya li ser jinan” û “serdestiya mêr” dike. Di hawirdoreke bi vî awayî de, hem qanûn hem jî kesên qanûnê bi cih tînin sûcan hildiberînin. Heta qeyran û tunebûna avê ya li welat bi bikarneanîna hicaba jinan ve tê girêdan û bivî awayî tundiya li dijî jinan mîna tiştekî xwezayî tê dîtin.

*Gelo di hawirdoreke bi vî awayî de çima hinek kesayetên navdar bikaranîna peyva "namûsê" didomînin?

Bersiv zelal e: Ev kes rasterast berhema pergalên perwerdeyî, çandî û medyayê yên Komara Îslamî ya Îranê ne. Di huner, werzîş û di hinek beşên muxalefetê de hinek kesên ku der barê jinan de bi zimanekî “xwedî milk e” diaxivin hene. Heqaretên ku ji bo biçûkxistina mêran tên kirin jî gotinên ji bo dayik an jî xwişkên wan tên gotin in. Ji ber ku jin hê mîna milkê mêr tên hesibandin. Lewma pirsgirêk ne takekesî ye; pergalî ye û divê ev avahî bi giştî ji kokê ve bê lêpirsînkirin.

*Gelo Kampanyaya Cînayetên Namûsê Rawestînin, di nava civak û jinan de hişmendiyê çawa zêde dike?

Veguherîna çandî, perwerde û reforma qanûnê, sê qadên sereke yên xebata kampanyayê ne. Li Îranê gelek parêzvanên qanûnê, der barê mafên jinan de nezan in. Endamên meclîsê yên navên mîna “Ghazandarî” dibêjin "Sedema tunebûna avê bikarneanîna hicabê ya jinan e.” Di pergaleke bi vî awayî de çêkirina qanûnek pêşverû ne pêkan e.

Armanca kampanyayê ew e ku bi riya atolyeyên perwerdeyî yên li bajarên cuda, broşûrên hişyarkirinê û analîzkirina nûçeyên cînayetan bi armanca eşkerekirina sedemên vê dê hem pirsgirêkan ronî bike û hem jî riyên çareseriyan pêşkêş bike. Lê belê divê ev hewldan zêdetir bên berfirehkirin.

Ruxmê ku hişmendiya civakê ji ya berê pir zêdetir e jî heta ku pergala perwerde û hiqûqî ya Komara Îslamî ya Îranê, li ser bingeha amûrkirina jinan be dê bûyerên tundî û cînayetên li dijî jinan bidomin. Ji ber vê yekê, hevgirtin û hewldanên hevpar ên aktîvîstan li ser medyaya dîjîtal, dikare pêşî li gotinên jehrîn ên di qada dîjîtal de bigre û civakê ber bi hişmendî, raman û têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal ve bibe.