Rîna Amirî wekî nûnera taybet ji bo parastina mafê jinên Afgan hat peyîwirdarkirin

Rîna Amirî a weke nûnera taybet ji bo parastina mafê jinên Afgan hat peyîwirdarkirin li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ez bi vê rewşa ku derfet çêbû ez piştgiriyê didim jinan bi rûmet im û ji bo başkirina rewşa jinên Afganistanê bi awayekî watedar ez ê bi hemû hêza xwe kar bikim."

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Emerîkayê Anthony Blinken ragihand ku Rîna Amirî weke nûnera taybet ji bo parastina mafên jinên Afganistanê û mafên mirovan li Afganistanê hatiye destnîşankirin. Anthony Blinken di daxuyaniyekê de got ku Rîna Amirî, weke nûnera taybet dê li ser gelek mijarên krîtîk ji bo rêveberiya Emerîkayê û ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê bixebite, ji bo mafên mirovan û azadiya bingehîn a jin û keçan û gelên din ên bi xeterê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dewletên Yekbûyî, Afganistanek saxlem, bi îstîqrar û ewledar dixwazin ku tê de hemû Afgan di nav dewlemendiyê de bijîn.
“Ji bo parastina mafê jinên Afganistanê ez ê bi hemû hêza xwe bixebitim”
Rîna Amirî li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser wezîfedarkirina xwe wiha got: "Ez bi vê rewşa ku derfet çêbû ez piştgiriyê didim jin û keçan bi rûmet im û ji bo başkirina rewşa xerab a jin û mirovên mexdûr ên li Afganistanê bi awayekî watedar ez ê bi hemû hêza kar xwe bikim."
Rîna Amirî nerazîbûna xwe li hemberî biryara Talîbanê ku rê nade jin li wesayîdên xwe bê eskort siwar bibin, nîşan dabû û li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsîbû: "Ez meraq dikim ên ku meşrûiyeta Talîbanê bi îdiaya ku ew pêşketî ye, ji bo ku cîhanê dilniya bikin, çawa dikarin vegerandina polîtîkayên hovane û paşverû yên li dijî jinan rave bikin."
Rîna Amirî ya 53 salî, jineke Emerîkî ye, li Afganistanê ji dayik bûye, nêzî 20 salan wekî şêwirmenda NeteweyênYekbûyî kar kiriye.