Rîma Mehmûd: Ji bo piştgiriya bi YPJ`ê re kampanya hat destpêkirin

Endama Têkiliyên Dîblomasî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîma Mehmûd der barê kampanyaya ku ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye ragihandin de axivî û got ku YPJ`ê têkoşîneke mezin li hemberî tarîtiyê raber kiriye û bûye hêzeke cîhanî.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re, kampanyayek da destpêkirin û tekez kir ku YPJ îradeya jinan temsîl dike, sembola parastina azadî û rûmetê ye.

Endama Têkiliyên Dîblomasî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîma Mehmûd der barê kampanyaya ku ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye ragihandin de ji ajansa me re axivî.

Rîma Mehmûd da zanîn ku di sala 2013’an de YPJ hatiye damezirandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “YPJ îradeya jinên azad e. YPJ hêza tevahî jinên cîhanê ye. Jinên ji hemû pêkhateyan di nava YPJ`ê de cih digrin. YPJ çend sal in têkoşîn û berxwedaneke mezin raber kiriye. Li hemberî komên çete yên bi navên cuda şer kiriye û DAIŞ’ê têk biriye. Her kesê meraq dikir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, desthilatdariya nû wê YPJ`ê bike hêzeke leşkerî ya sereke di Sûriyeyê de, ji ber ku YPJ bûye hêzeke cîhanî.”

‘Hêviya jinan ji rêveberiya Sûriyeyê hebû’

Rîma Mehmûd diyar kir ku bi hatina rêveberiya demkî re gelek bûyerên neyînî û komkujî çêbûne û wiha domand: “Li Şamê serê jinan pêçan û akademiyên olî vekirin, nehiştin jin derbikevin derve. Ji ber vê metirsiyek ket dilê gel. Hêviyên jinan pir mezin bûn, digotin qey dê bi rêveberiya nû re li Sûriyeyê aramî çêbibe û şoreşa jinan were qebûlkirin. Ji dema hatina rêveberiya demkî ve heta niha gelek hevdîtin hatin kirin û di hemû hevdîtinan de jî diyar bû ku ev rêveberî jinan qebûl nake.”

‘YPJ berhema şoreşa jinan e’

Rîma Mehmûd bal kişand ser neqebûlkirina jinan di entegrasyonê de û wiha pêde çû: “Rêveberiya demkî sîstema hevserokatiyê jî qebûl nekir. YPJ`ê têkoşîna li hemberî tarîtiyê raber kiriye û bedêlên pir giran dane. Tevahî jinên cîhanê di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de wê çalakiyan li dar bixin ji bo YPJ`ê. YPJ`ê hişmendiya baviksalar sererast kir, rê vekir ku jin di her warî de bikaribin xwe îsbat bikin. Dema ku rêveberiya demkî dibêje ez jinan qebûl nakim, tê wateya ku ew jî DAIŞ bi xwe ye.”

‘Di çarçoveya vê kampanyayê de wê gelek çalakî werin lidarxistin’

Rîma Mehmûd destnîşan kir ku di 26’ê mehê de kampanyayek hatiye ragihandin ji bo piştgiriya bi YPJ`ê re û wiha bi dawî kir: “Bi navê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyayek hat ragihandin ji bo piştgiriya bi YPJ`ê re. Di çarçoveya vê kampanyayê de wê gelek çalakî werin lidarxitin, heta dewletên ku artêşa wan a jinan heye wê nameyan bişînin ji YPJ`ê re. Rêveberiya demkî bêyî artêşa jinan nikare Sûriyeyê ava bike. Jinan bi Şoreşa Rojava re gelek destkeftî bi dest xistine. Wê çalakiyên me berdewam bikin heta ku YPJ were qebûlkirin. Wê ev çalakî li seranserî cîhanê bi bandor bin. Dirûşma kampanyayê ‘Em hemû YPJ ne û YPJ nasnameya me ye’ be.”