Rîma Îsa: 8’ê Adarê roja azadiya ji êş, newekhevî û zilmê ye

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî Jinan pîroz kir û wekî roja destpêkirina xilasbûna ji êş, newekhevî û zilmê pênase kir.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Di dîrokê de, roja 8’Adara 1857’an de li Emerîkayê li eyaleta New Yorkê nezî 40’hezar jin, ji  bo ku şertên xêbata wan baş bibe, dest bi grevê kirin û daxwaza wan ew bû ku seatên wan ên kar bibin 8 seat û heqdestek wekhev ji wan re were dayîn. Lê Piştî vê di encama grevê de agir bi kargeha jinan ket û bi qasî 129 jin hatin şewitandin û jiyana xwe ji dast dan.
Piştî vê bûyerê di sala 1910’an de li kopenhagê konferansa jinên sosyalîst a neteweyî ya duyemîn hat lidarxistin. Di konferansê de Klara Zetkin der barê rojeke jinan a cîhanî de ku jin bikaribin tê de daxwazên xwe bînin ziman pêşinyar kir û pêşinyara wê hat qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehat diyarkirin û yekem car roja cîhanî ya jinan di 19’Adara 1911’an de li 5 welatan hat pîrozkirin. Di 16’ê Kanûna 1977’an de Neteweyên yekbûyî 8’Adarê weke roja jinan a cîhanî îlan kir. 8’Adarê heya roja me ya îro jî wek roja jinan a cîhanî tê pejirandin û pîrozkirin. Têkldarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa axivî.
“Armanca me guhertina hişmendiya baviksalarî ye”  
Rîma Îsa da zanîn ku Kongra Star û hemû rêxistinên jinan di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de guhertina hişmendiya baviksalarî ya di civakê de armanc dikin û wiha got: “Di bin dirûşma em ê şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe azad bikin wekî Kongra Star a kantona hesekê me bernameya 8’ê Adarê piştî daxuyaniya Kongreya Star û Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat raghandin, dest pê kir. Ji 23 sibatê ve heya 1 Adarê wane li ser dîroka 8 Adarê, berxwedana jinên Efrînê, jinên Efganistanê û bîranîna şehîd Sawsan Berhat, şehîdên Zirgan, Til Temir, şehîdên jinên ciwan û guhertina hişmendiya baviksalarî li gund, navçe û bajaran tên dayîn. Bernameya me dewlemend e, daxuyanî, şahî, çandina daran, serdana mala birîndaran dê were kirin. Armanca me guhertina hişmendiya civakê ye ji ber ku pirsgirêkên heya roja îro derdikevin di aliyê qetilkirina jinan, zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî jî hemû sedemên wê hişmendiya baviksalarî ne. Di guhertina hişmendiyê de em ê bikaribin civakek azad û wekhev ava bikin.” 
Rîma Îsa teqez kir ku jin di rêvebirina civakê de xwedî rolek aktîf û girîng in, ji ber di hemû aliyan de xwedî rol û mîsyon in û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di roja me ya îro de jin pêşengiya şoreşê dikin, bi berxwedanî û fedakariyek mezin gihîştin vê astê. Eger em li rûpelên dîrokê binêrin, em ê bibînin ku bi berxwedaniya jinan dagirtî ne. Ji dîroka 8’ê Adarê ve mirov bigre dest dê mirov bibîne ku heya roja îro jî di şexsê şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Zehra û hebûnê de berdewam dike. Heke jin pêşengiyê nekin ne pêkan e ku şoreş bi ser bikeve. Ji ber ku jin jiyan û bihar in. Ew li edalet û wekheviyê di nava hemû ferdên civakê de digerin. Tiştên ku jinan bi dest xistine, bi saya fîlozof û ronakbîr Rêber Abdullah Ocalan e.”
“Em bi dîrok û çanda xwe hene”
Rîma Îsa diyar kir ku pîrozbahiya 8’ê Adara 2022 an dê ji her salê cudatir be û wiha pêl da axaftina xwe: “Beriya şoreşa Rojava tu kes nizanibû 8’ê Adarê çi ye? Lê piştî şoreşê û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev dîrok hat naskirin û pîrozkirin. Lê îsal jin ji her neteweyî daxwaza pîrozkirina vê rojê bi şahiyekê dikin. Jinên Ermen bi cil û bergên xwe yên neteweyî dê roja 3’ê Adarê şahiya xwe li dar bixin, jinên Ereb jî bi cil û bergên xwe li Şedadê dê roja 7’ê Adarê pîrozbahiya xwe li dar bixin. Di roja 8’ê Adarê de jin ji her pêkhate û her partiyê dê tevli şahiya vê rojê bibin. Ev gaveke pîroz û serkeftî ye, diyar e ku jin gihîştine asteke baş, dîroka xwe baş nas kirine û ji bo avakirina pêşerojek azad têdikoşin. Peyama me ya îsal cuda ye, ji ber êrîşên rojane pêk tên em ê bi gotinên ‘em bi dîrok û çanda xwe hene û em ê azad li ser xaka xwe bijîn’ bersiv bidin hewldanên dagirkeriya li ser axa xwe.”