Rîham Hico: Zîhniyeta ku îro YPJ’ê qebûl nake dixwaze jin kole bimînin

Kampanyaya ji bo piştigiriya bi YPJ’ê re her diçe berfireh dibe. Sazî û rêxistinên jinan diyar dikin ku YPJ nasname û hêza parastina jinan e. Berdevka TAJÊ Riham Hico got ku YPJ’ê di Rojhilata Navîn de deng vedaye divê were naskirin.

GULISTAN EZÎZ

Şengal – Piştgirî û hevgirtina bi Hêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ her diçe mezin dibe. Gelek rêxistin û kesayet di vê çarçoveyê de helwesta xwe nîşan dan û xwedî li YPJ’ê derketin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico der barê nasname û rola YPJ’ê, wate û girîngiya wê ya ji bo civakê û jinên Êzidî, têkoşîna mezinkirina YPJ’ê de ji ajansa me re axivî.

Riham Hico di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nasnameya YPJ’ê û wiha got: “Di serî de em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) beşdarî kampanyaya ku ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye destpêkirin dibin. Hêza YPJ’ê ne hêzeke ji rêzê ye. Di Rojhilata Navîn de gelek leşkerên klasîk ên jin hene. Şiklî ne, di wan de tu îrade, biryar, helwest û sekn tune ye. Ji ber wê jî di cîhanê de piştî YJA-STAR’ê, YPJ weke hêza duyemîn a leşkerî ye ji bo îradeya jinên Kurd û Rojhilata Navîn hatiye avakirin.”

‘YPJ di demeke ku cîhan di tengasiyeke mezin de bû derket û bû hêviya hemû jinan’

Rîham Hico bahsa şert û mercên derketina YPJ’ê kir û anî ziman ku di pêvajoya derketina YPJ’ê de dinya hemû ketibû hev û li Rojhilata Navîn dixwestin di kesayeta DAIŞ’ê de ji nûve koletiyê li ser jinan ferz bikin û wiha berdewam kir: “Di demeke wisa de derketina YPJ’ê bûyereke mezin bû. YPJ ji bo tevahî jinan bû îlham. Li aliyekî DAIŞ’ê jinan di malan de wek kole didan şixulandin, li aliyê din YPJ hebû. Wê demê DAIŞ’ê bi navê cîhadilnîkah li her derê cîhanê jinan li derdora xwe kom dikirin û wan dikir kole. Tam da di wexteke wisa de YPJ ji bo jinan bû deriyê hêvî û baweriyê. Hat dîtin ku jin dikarin çek rakin, şer bikin, xwe biparêzin, xwedî li xwe derkevin, li hemberî mêr û hêzên din bisekinin. YPJ beşdarî gelek hemleyan bû, bi îmkanên herî kêm bû xwedî  biryar, xwedî sekn û bîrdoziyeke pir mezin da ku bikaribe bi artêşbûna xwe jinan ber bi azadiyê ve bibe.”

‘Jin bi xweparastinê dikarin pêşî li koletiya bi hezaran salan bigrin’

Rîham Hico ji bo pirsa çima divê jin xwe bi xwe biparêzin wisa bersiv da: “Hêzên heyî yên cîhanê îradeya jinan nas nakin, di navbera jin û mêr de wekhevî nîn e. Jin koleya dewletê, koleya mêr tên dîtin. Di gelek cihên dewletê de dibe ku ciyê xwe jî bigrin. Lê belê çawa digrin? Bi wan jinan re ne îrade heye, ne sekin heye, ne reng heye. Ji cewherê xwe yê jinbûnê dûr in. Ne xwedî biryar in, ne xwedî nasnameya xwe ne. Bi artêşbûna YPJ’ê tê xwestin ku hem koletiya li ser jinan tê ferzkirin, hem qirkirinên ku li ser wan tên meşandin bê sekinandin. Em DAIŞ’ê mînak didin. DAIŞ’ê destpêkê êrîşê jinan kir. Ji ber ku jinên Êzidî çek ranekirin, nikaribûn li ber xwe bidin, parastina xwe bikin di encamê de bi hezaran jin ketin destên DAIŞ’ê û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Ji bo wê jî xweparastin ji bo her zindiyek mafê rewa ye. Tu çanda xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe diparêzî. Ziman nebe, çand nebe însan nîn e. Di heman demê de xweparastin jî nebe, hebûn nîn e. Ger îro jin parastina xwe nekin, wê nekaribin li ber koletiya bi hezaran salan li ser wan tê ferzkirin bisekinin. Ji ber wê jî di pêvajoyeke ewqas hesas ku qedera Rojhilata Navîn diyar dike de hêzeke bi vî rengî gelek girîng e. Mînaka mîsogerkirina nasnameya jinan e.”

‘YPJ bi bîrdozî û zanista xwe ya xweser ji hêzên din cuda dibe’

Riham Hico li ser ferqa YPJ û hêzên din jî sekînî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “YPJ xwedî zanist û projeyên stratejîk e. Xwedî têkoşîneke xweser e. Biryarên xwe bi xwe dide. Fermandariya xwe bi xwe dike, hemû ji jinan pêk tê. Bi armanca parastina jinan ketiye rê. Ev taybetmendî hemû YPJ’ê ji hêzên din cuda dikin. Nasnameya jinan a parastinê ye û di hemû mewziyan de li herî pêş e.”

‘Em weke jinên Êzidî YPJ’ê piştepala xwe ya herî mezin dibînin’

Rîham Hico girîngiya YPJ’ê ji bo jinên Êzidî wiha anî ziman: “Di demên herî teng û zehmet de ku jinên Êzidî pir zeîf bûn û ber bi tunebûnê ve diçûn de me YPJ’ê nas kir. Hem bi hewara me ve hatin hem hêz dan me. Heta roja îro jî em piştî YJŞ’ê, YPJ piştepala xwe ya herî mezin dibînin. Heta demeke kin jî YPJ’ê dîlgirtiyên Êzidî rizgar dikirin. Di fermanê de ji bo me tenê mirin û teslîmiyet hebû. Lê belê me bi YPJ’ê re jinên bihêz nas kirin. Em ketin wê ferqê ku li derveyî mirin û teslîmiyetê riya berxwedanê jî heye. Li Şengalê gelek şehîd dan. Bûn nexşeriyek ku em bikaribin xwe bi rêxistin bikin. YPJ bû hêza avakirina berxwedana Şengalê. Jixwe destpêkê jinan bi navê YPJ-Şengal xwe bi rêxistin kirin û ev nav jî ji YPJ’ê ku li Rojava xwe bi rêxistin kiribû dihat. Dema em dibêjin em xwedî li YPJ’ê derdikevin, tê wateya ku em xwedî li jinan derdikevin.”

‘Di bîrdoziya wê hêza ku niha naxwaze YPJ’ê nas bike de azadiya jinan tune ye’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico nenaskirina YPJ’ê ya ji aliyê hikumeta demkî ve jî bi zîhniyeta wan ve girêda û got: “Hikûmeta heyî xwedî hişmendiya tundrewiyê ye. Bermahiyên Cephet el Nusra û HTŞ’ê ne. Jixwe van hêzan bi salan e ji bo kolekirina jinan, tunekirina jinan kar kirine. Her dem jinan ji bo xwe weke xulam dîtine. Di bîrdoziya wan de cihek ji bo azadiya jinan, ji bo xweseriya jinan, xweparastina jinan nîn e. Jineke zeîf bihêzbûna wan e. Ger jin jî çek rakin ev tê wateya lawazbûna wan hêzan. YPJ’ê bi hêz, berxwedan û zanista xwe DAIŞ’ê têk bir. Îro jî ancax bi têkoşîneke bîrdozî ya demdirêj bikaribe cihê xwe çêbike. Mesele ne tenê meseleyeke destûr û qanûnê ye. Li gorî min ger îro destûrek çêbikin û bibêjin YPJ jî ciyê xwe tê de digre wê di pratîkê de ev nemeşe. Ji ber ku zîhniyeta heyî zayendperest e, dewletperest e, newekhev e. Ji bo entegrasyoneke demokratîk û bi wan re jiyanê jî têkoşîneke pir mezin pêwîst e. Qebûlnekirina wan a YPJ’ê bi zîhniyeta wan ve girêdayî ye. Ji jinan û hêza wan ditirsin.”

‘Îro sibê qanûn jî derxin wê têkoşîna me her dem berdewam bike’

Rîham Hico bal kişand ku ger îro YPJ bikeve nava hûkûmetê wê bandorê li ser tevahî jinên Sûriyeyê û li ser wan bi xwe jî bike û wiha berdewam kir: “Dixwazin vê modela heyî ji holê rakin. Ji ber wê jî heta ji wan bê dê qanûnên pêwîst dernexin. Ji bo vê jî xwedîderketina YPJ’ê, mezinkirina wê erka her jinê ye. Me weke jinên Êzidî jî ji YPJ’ê hêz girt, mînak girt, moral girt û li ser wî esasî em dikaribûn li hemberî DAIŞ’ê têbikoşin bikin. Îro YJŞ heye.”

‘Naskirina YPJ’ê ji bo jinan wê bibe pêngaveke mezin’

Rîham Hico wek TAJÊ herî dawî biryardariya xwe ya berxwedan û têkoşînê bi van gotinan nîşan da: “Îro jin ne tenê di warê leşkerî de di tu qadên jiyanê de nayên naskirin. Planeke qirkirin û tunekirinê li ser jinan tê meşandin. Weke TAJÊ jî têkoşîna me têkoşîneke demdirêj e. Heta hemû mafên jinan ên di her warî de neyên mîsogerkirin wê têkoşîna me raneweste. Em paşve gav navêjin. Em ji wan rojên ku DAIŞ’ê êrîş dikir gelek bihêztir in. Ji wê rojê ve heta îro çawa ku em li hemberî zilm û zordariyê sekinîn ji niha û şûnve jî ji bo mafên xwe, nasname û parastina xwe mîsoger bikin em ê têkoşînê berdewam bikin. Banga min ji bo hemû jinên Êzidî ew e ku li nasnameya xwe, li YPJ’ê xwedî derkevin. YPJ nasnameya jinan e. Ger em bikaribin YPJ’ê fermî bikin wê di warê hiquqî de gaveke mezin bi me bide avêtin.”