Rêziknameya tundiya li ser jinan di komîsyonê de hat nîqaşkirin

Pêşnûmeya qanûnê ya ku rêziknameyên tundiya li ser jinan û mafên şexsî yên xebatkarên tenduristiyê dihewîne, di komîsyonê de hat nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan - Di Komîsyona Tenduristî, Malbat, Xebat û Karûbarên Civakî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de, Pêşnûmeya Zagona Guhertina Qanûna Ceza ya Tirk û hin qanûnên ku ji aliyê AKP’ê ve tên pêşkêşkirin ku rêziknameyên tundiya li ser jinan û mafên şexsî yên xebatkarên tenduristiyê dihewîne, hat nîqaşkirin.

Di komîsyona ku bi serokatiya Serokê Komîsyona Tenduristî, Malbat, Xebat û Karûbarên Civakî Recep Akdag kom bû de, bi dengdanê hat qebûlkirin ku tevahiya pêşnûmeyê û xalên 7, 9, 13, 14, 15 bên nirxandin.

Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di komîsyonê de rexne kir ku xalên tundiya li ser jinan a di pêşnûmeyê de cih digre nayê nîqaşkirin. Serpîl Kemalbay diyar kir ku divê komîsyon di qonaxa pêşnûmeyê de guh bide rêxistinên jinan û muxalefetê û pêşniyarên wan tevli pêşnûmeya qanûnê bike.

Nîqaşa Kurdistan

Parlamenterê AKP'ê Îsmaîl Tamer ê bertek nîşanî gotina Serpîl Kemalbay a "Kurdistan" da, xwest ev gotin ji girtenameyê bê derxistin. Recep Akdag jî got; "Ez weke serokê komîsyonê bi taybetî diyar dikim ku ez vê îfadeyê qebûl nakim.”

Dê îro gotar werin destgirtin

Tê payîn ku îro piştî bidawîbûna danûstandinên di komîsyonê de dê li ser hemû pêşnûnameya qanûnê gotar bên gotûbêjkirin.